Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

CPT, ragihand ku leşkerên Tirk li Şêladizê 6 ciwan êşkence kirine.

Koma Avakirina Aştiyê ((Community Peacemaker Team-CPT Kurdistana Iraqê), ragihand ku leşkerên Tirk li herêma Şeladizê 6 ciwan girtine û êşkence li wan kirine. Leşkeran ev ciwan rojekê di bin çavan de girtine û gefa mirinê li wan xwarine.

Di daxuyaniya CPT Kurdistana Iraqê de ev tişt hatin gotin,

“Leşkerên Tirk, piştî êşkenceya rojekê, destûr dan ku 6 ciwanên ji devera Şeladizê vegerin malên xwe. Di 1’ê Tîrmehê de, 6 ciwanên ji navçeya Amêdiyê ya girêdayî Şeladizê, ji bo berhevkirina giyayên biharê ber bi gundên Bîsapê û Kûkerê yên nêzî Çiyayê Kurejaro çûn. Gava diçûn van gundan, leşkerên Tirk kemîn danîbûn pêşiya wan, ew binçavkirin.

Leşkerên Tirk bi qondaxên tivingan, bi sîle û pehînan li ciwanan xistin. Piştî êşkenceyeke giran, leşkeran ji wan re got, ‘Heke hûn careke din werin vê herêmê, hûn ê jiyanê bi çavên xwe nebînin; em ê we bikujin.’ Piştî vê gefê û rojekê girtinê, destûr dan ku vegerin malên xwe.

Di heman bûyerê de, leşkerên Tirk êşkence li hêstira ku ciwanan ji bo barhilgirtinê bi xwe re biribûn jî kirin. Leşkeran bi kevir û qondaxên tivingan êrîşê hêstirê kirin û her derê laşê wê di nav xwînê de hiştin.

Devera Şeladizê yek ji wan herêman e ku ji operasyonên artêşa Tirk a li Herêma Kurdistanê herî zêde bandor bûye. Debara piraniya xelkên vê herêmê li ser çandinî û berhevkirina giyayên çolê ye. Heta îro, 92 gundên vê navçeyê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin û rê nayê dan ku welatî vegerin ser gundên xwe.”