YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

YNK û Nifşê Nû bi merasîmekê hevpeymaniya bi navê ‘Hevsengî û Vejîn’ a di navbera wan de îmze kirin.

Berî niha bi demekê li Hotela Şarî Ciwan ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû hevpeymanî bi navê ‘Hevsengî û vejîn’ bi merasîmekê îmze kirin.

Di merasîmê de li gel hejmarek endamên partiyan, kesayet û rewşenbîr jî amade bûn.

Di merasîmê de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û Serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd hevpeymanî îmze kirin û piştre li ser rewşa herêmê daxuyaniyek da.

Destpêkê Serokê Nifşê Nû Şasiwar Eebdulwehîd destnîşan kir ku hevpeymaniya wan ji bo guherîna şêwazê hikûmraniya li Herêma Kurdistanê ye ne dijî ti aliyeke siyasî ye, li aliyê din deriyê wan vekiriye ji bo hemû aliyan ku cihê xwe têde bigirin.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî axivî û destnîşan kir ku ev hevpeymanî wê hevsengiya hêzê ya li Herêma Kurdistanê bide guherîn û got: “Emê rewşa jiyanê ya xelkê xweş bikîn. Ev rewş ne civaka navneteweyî, ne bexda û ne jî gelê me qebûl dike û ne jî Xwedayê mezin vê ji me qebûl dike.”