Bi wesîleya salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê ya Sêwasê, li kantonên Aargau û Baselê yên Swîsreyê bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropayê (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk a Swîsreyê (YJAD) çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Di bîranînan de li gel qurbaniyên Komkujiya Madimakê ji pêşengên Berxwedana Koçgirî Alîşêr Efendî, Zarîfe Xatûn û qurbaniyên Komkujiya Çorûmê jî hatin bîranîn. Piştî bernameyê bi wesîleya meha Mûharremê aşûre li beşdaran hate belavkirin.
LENZBURG
Li bajarê Lenzburg ê kantona Aargauyê, bîranîn li komeleya Mala Kurdan hate lidarxistin û bi gulbanga Pîr Mahmût Utebay destpê kir.
Daxuyaniya hevpar a bi navê FEDA û YJAD'ê ji aliyê Hevserokê Swîsreyê yê FEDA'yê Ûlaş Yildiz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hatae bibîrxistin ku meha Mûharremê nîşaneya şîna Komkujiya Kerbelayê û kevneşopiya berxwedanê ye û hate ragihandin ku komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm û Madimakê hatin kirin wê neyên jibîrkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, bûyerên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimakê qewimîn ne tenê kuştina mirovan bû, di heman demê de êrişa li ser wekhevî, azadî, jiyana bi hev re, bawerî, nasname, ziman û çandê bû.
FEDA û YJAD'ê ragihand ku heta rûbirûbûn bi komkujiyan re neyê kirin, berpirsyar neyên eşkerekirin û dawî li polîtîkaya necezakirinê bê anîn, welatîbûna wekhev neyê garantîkirin wê aştiya civakî mayinde nebe.
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hate gotin, "Me ji bîr nekir, efû nekir, dest jê bernedan. Heqîqet wê bi ser bikeve, edalet wê bi ser bikeve, gel wê bi ser bikevin."
Piştî daxuyaniyê sînevîzyonek li ser komkujiyan hate nîşandan. Piştre li ber duaya Pîr Mahmût Utebay aşûre li beşdaran hate belavkirin û bîranîn bi dawî bû.
BASEL
Li kantona Baselê jî çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (DEM-Kurd) hate lidarxistin.
Bernameyê ji aliyê kedkarê Rêya Heq Alî Matûr ve bi çeraxê destpê kir. Alî Matûr di axaftina xwe de kesên li Madimak, Koçgirî, Dersim, Mereş û Çorûmê di komkujiyan de hatin qetilkirin bi bîr anî.
Daxuyaniya hevpar a FEDA û YJAD'ê jî ji aliyê Necla Kiliç ve hate xwendin. Bi navê Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk jî Ozen Aytaç axivî û diyar kir ku wê komkujiyan ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
Piştî axaftinan semah hate gerandin. Bîranîn bi belavkirina aşûreyê bi dawî bû.