YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê têkildarî agahiyên nerast yên li ser hêzên xwe hatine belavkirin, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya YRK’ê wiha ye;
“Di rojên dawî de, ligel bûyer û şerên ku diqewimin, hinek dezgehên çapemeniyê agahdariyên nerast li ser hêzên me belav dikin. Me berê ji raya giştî re gotibû ku divê her kes li benda daxuyaniyên me be û baweriya xwe bi tu agahiyên din neyne.
Bi taybetî niha hinek dezgehên çapemeniyê agahiyên ku çar gerîlayên YRK’ê di şerekî li herêma Serdeşt, gundê Mûselan û derdora wê de şehîd bûne, diweşînin. Em dixwazin zelal bikin ku li wê herêmê di navbera hêzên me û Artêşa Pasdaran de tu şer û pevçûn neqewimiye.
Li wê herêmê tu hevalên me şehîd nebûne. Agahiyên ku têne weşandin bi temam di çarçoveya şerê taybet û psîkolojîk de ye û ew dixwazin di hişê gelê me de tevliheviyê çêbikin.
Ev agahî ji rastiyê dûre û divê gelê me qet baweriya xwe bi van agahiyan neyne.”