Bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Britanyayê (BAF) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB), bi wesîleya 33’emîn salvegera Komkujiya Madimakê, li Parka Stoke Newington Common a Londonê çalakî hate lidarxistin.
Di bîranîna ku bi sedan kes tevlî bûn de, 22 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û hozan ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Otela Madimakê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di axaftinên çalakiyê de bang li dewletê hat kirin ku rûbirûyê komkujiyê were, edalet pêk were û bîra civakî were parastin.
Axaftvanan diyarkirin ku divê Komkujiya Madimakê tenê bûyere li dîrokê neyê dîtin û gotin ku heta polîtîkayên bêcezahiştinê dewam bikin, wê binpêkirinên wiha dewam bikin.
Maksut Demîr ku axaftina ewil kir, anî ziman ku tiştên li Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorum, Şêwas, Gazî, Pirsûs û Geziyê hatin jiyankirin, berhema heman têgihiştinê ye.
‘EM NE TOLHILDANÊ, EDALETÊ DIXWAZIN’
Piştre li ser navê Federasona Elewiyan a Britanyayê Hasret Bozdag axivî û diyar kir ku li Madimakê ne tenê mirov, wîjdana hevpar a mirovahiyê hate hedefgirtin.
Bozdag anî ziman ku kesên hatin qetilkirin, bi huner û ramanên xwe heqîqetê parastin û wiha got, “Em ê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Em ne tolhildanê, edaletê dixwazin. Em ê ne nefretê, heqîqetê bixwazin. Em ê ne bêdengiyê, rûbirûbûnê bixwazin.”
‘HEQÎQET NAYÊ ŞEWITANDIN’
Birgul Timur ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku kesên li Madimakê hatin qetilkirin, temsîla wîjdana hevpar a civakê dikin û wiha hate gotin, “Agir dikare laş bişewitîne, lê nikare heqîqetê tune bike.”
Li ser navê DGB’ê Dogan Genç axivî û diyar kir ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîbûn neyê qebûlkirin û destnîşan kir ku hesaba komkujiyan encex bi têkoşîna hevpar û rêxistinkirî dikarin bipirsin.
Di tevahiya bîranînê de dirûşmeyên, “Sêwasê ji bîr neke, nedê jibîrkirin”, “Dewletê kujer wê hesabê bide” û “Bijî xwişk-biratiya gelan” hatin berzkirin.
Di dawiya çalakiyê de hate destnîşankirin ku bîranîna kesên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin, wê bi têkoşîna edaletê û jiyanîkirina bîra civakî were parastin.