PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!
PJAK’ê têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê daxuyanî da û got, xweparastin mafekî jêneveger e.
PJAK’ê têkildarî geşedanên dawî yên li Îranê daxuyanî da û got, xweparastin mafekî jêneveger e.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), derbarê berfirehbûna êrişên rejîma Îranê yên li dijî hêzên wan û gelê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Meclîsa PJAK’ê wiha ye:
“Piştî îmzekirina peymana di navbera Komara Îslamî û Emerîkayê de, rejîma ku niha bi temamî ketiye bin kontrola Artêşa Pasdaran, hewl dide rawestandina şer weke fersendekê ji bo tundkirina êrişên xwe yên tepisandinê yên li dijî xelkê Îranê (bi rêya darvekirin, girtin û binçavkirinên berfireh) û bi taybetî li dijî gelê Kurd ê têkoşer bi kar bîne. Berfirehî û asta wê tundiya ku hêzên zordar bi kar tînin, serdemê tirsandin û komkujiyên salên 80’yî di bîranînan de zindî dike. Di rastiyê de, şerê demdirêj ê rejîma desthilatdar ê li dijî civakên Îranê, ketiye qonaxeke pir dijwartir û bixwîntir. Rejîm hewl dide ku bi rêya komkujî, darvekirin û tirsandinê hukûmeteke nîzamî ya terorê bisepîne, vîna gelên Îranê bi temamî têk bibe û hemû dînamîkên berxwedanê yên li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê tune bike. Bêguman tirsa sereke ya rejîmê ji civakên Îranê û vîna wane, lewma jî li dijî gel şerekî piralî ragihandiye. Li gel vê, rejîm ji hêza têkoşînê û potansiyela azadîxwaziyê ya civaka Kurdistanê agahdare, ji ber wê jî berê êrişên xwe yên hov û sîstematîk daye gelê me yê li Kurdistanê.
Tundkirin û berfirehkirina van zextan, nîşaneya tirsa kûr a Komara Îslamî ya ji hêza bêdawî ya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di civaka me de û ji vîna pola ya gelê Kurd e. Ev gav, projeyeke bi temamî şerxwazane ya li dijî gelên Îranê, bi taybetî li dijî gelê Kurd û Tevgera me ya azadîxwaz e.
Derketinên berçav ên vê siyaseta şerxwazane ya di mehên borî de, ji bilî pêla berfireh a girtin û darvekirinên komî; êrişkirina ser hevalên me li Merîwanê, avêtina ser hevalên me li Baneyê bi karanîna balafirên bê mirov ên xwekuj, li Mihabadê operasyona leşkerî ya bi çekên giran li dijî hevalên me ku bû sedema şehîdbûna çar hevalên me yên gerîla, danîna kemîn û komployê li dijî hevalên me li Serdeştê, avêtina ser pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li Pîranşarê û şehîdkirina şeş pêşmergeyan, hedef girtina ciwanê Kurd, ‘Siyaweş Elek’ li Mehabadê ji aliyê sîxur û kirêgirtiyên hikûmetê ve digire nav xwe.
Ev hemû nîşaneya wê rastiyê ne ku Komara Îslamî şûrê xwe ji bo tundkirina tepisandin, xeniqandin û herî zêde mîlîtarîzekirina Kurdistanê tûj kiriye. Di rewşeke wiha de, em pêwîst dibînin ku raya giştî ji helwestên bingehîn ên partiya me di vê qonaxê de agahdar bikin:
1- Di çarçoveya mafê parastina rewa de û bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’, em ê li pêşberî her cûre avêtina ser û êrişeke tepisandker û komkujane bisekinin û parastina xwe û gelê xwe weke mafekî xwezayî û jêneveger bizanin.
2- Bi mebesta eşkerekirin û pûçkirina îdîayên bêbingeh ên rejîmê yên derbarê girêdana Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê bi dewletên derve re û ji bo eşkerekirina belgeyên bêbingeh ên Komara Îslamî, em radigihînin ku têkoşîna partiya me pabendî serxwebûna fikrî û kiryarî ye û dê bi koka xwe ya bingehîn ve girêdayî be.
3- Hêzên gerîla yên partiya me di tevahiya vê demê de di pozîsyona parastina rewa de bûne, ne di pozîsyona êrişê de. Em radigihînin ku tevî parastina mafê xweparastinê, em vê rewşê diparêzin û ne alîgirê berfirehbûna şerekî giştgîr li navçeyê ne. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku Komara Îslamî hewldanê dide bi hinceta şer, kiryarên xwe yên zordar ên navxweyî rewa bike.
4- Êrişên rejîmê yên li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê, pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û gelê me bi tundî şermezar dikin û van kiryaran weke mînakeke eşkere ya terorîzma dewletê dizanin. Bi vê boneyê, sersaxiyê ji malbata hevalên xwe yên şehîd ên li Mihabadê û hemû welatparêzan re dixwazin û pabendbûna xwe bi rêbaza armancên bilind ên şehîdên xwe diyar dikin, her wiha hevxemiya xwe pêşkêşî malbata pêşmergeyên şehîd ên Hizba Demokrat û hevalên wan ên eniyan dikin.
5- Komara Îslamî ji bo bêdengkirina civakê, destê xayîn û sîxurên xwe ji bo êş, heqaret û komkujiya li hemberî gelê me vekirî hiştiye. Ev kiryar beşek ji siyaseta tirsandinê ya rejîmê û wêneya rastîn a terorîzmê ne. Qetilkirina ciwanê bêguneh ê Mihabadî Siyaweş Elek, kiryareke terorîstî ye û beşek ji wê tundiya sîstematîk a dewletê ya li dijî civaka me ye. Tevî sersaxiya ji bo malbata navborî û xelkê nîştimanperwer ê Mihabad û Kurdistanê, em vê êrişa hov weke êrişeke li ser hebûna xwe û gelê xwe dizanin û xwedîderketina xwe ya tam ji ciwanê canbexşkirî û xelkê Mihabadê re radigihînin. Gelê me yê nîştimanperwer û hişyar li pêşberî van êrişan xwedî helwest dibe û bêzariya xwe ji siyasetên rejîmê û kiryarên sîxur û xayînan nîşan dide. Bêguman li hemberî van kiryarên tije tundî, gelê me teslîm nabe, berovajî wê, gelê me yê hişyar li pêşberî van zextan, xwe bêtir birêxistin dike û ji bo berxwedaneke bihêztir bi rê dikeve. Zelal û eşkere ye ku bi berxwedana xwe weke zarokên vî gelê têkoşer û bi rêxistinbûn, hişyarî û yekîtiyê, em ê tevahiya planên desthilata dîktator pûç bikin.”