ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Komîsyona Rêxistinbûnê ya Navendî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, diyar kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê verastkirinên qanûnî tavile bikevin meriyetê û anî ziman ku Rêber Apo sermuzkerevanê pêvajoyê û derengxistinên heyî fikarê mezin dike.

Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên winda û girtiyan bên şopandin.

Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal kişand ser belavbûna karkirina zarokan bi krîza aboriyê re û diyar kir ku xebitîna zarokan ji bo malbatan veguheriye neçariyê.

Rêxistinbûna komunê bi tena serê xwe her tiştî çareser nake. Divê mafên berfireh ên wekî mafê perwerdehiyê ya zimanê dayikê, azadiyên çandî û statuya siyasî werin qezenckirin. Lê heta ku were wê xalê, komun dikarin wekî pîrekî rol bilîzin, ev yek civakê li ser lingan bigre û belavbûnê asteng dike.