Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Gulunay hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn ku beriya 34 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hate windakirin.

Dayikên / Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasaray a li Beyoglû ya Stenbolê tên ba hev. Gelek parêzvanên mafan tevlî çalakiyê bûn. Di hefteya 1110’an a çalakiyê de, wêneyên windayan û qurnefîl hatin hildan.

Di çalakiyê de aqûbeta bavê 4 zarokan Hasan Gulunay hate pirsîn ku 20’ê Tîrmeha 1992’yan dema ji mal diçû cihê kar ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin.