Xizmên windayan ji bo Aydin, Mihci û Mîkyaz hatin ba hev
Xizmên windayan û ÎHD vê hefteyê bi çalakiyên xwe xwestin ku kujerên Vedat Aydin, Haci Mihci û Îkram Mîkyaz bên darizandin.
Xizmên windayan û ÎHD vê hefteyê bi çalakiyên xwe xwestin ku kujerên Vedat Aydin, Haci Mihci û Îkram Mîkyaz bên darizandin.
AMED
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 908’emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate hilgirtin û wêneyên wan hatin rakirin. Malbatên windayan, malbata Vedat Aydin, parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin hat pirsîn ku di 5’ê Tîrmeha 1991’an de piştî ji mala xwe ya li Amedê hate binçavkirin û cenazeyê wî di 7’ê Tîrmehê de di nav sînorê navçeya Maden a Xarpêtê de hate dîtin.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 744’emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên a li Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de Rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin hildan. Di çalakiya Êlihê de jî faîlên siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin hate pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Alî Karadogan çîroka qetilkirina Siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin xwend.
COLEMÊRG
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya hefteya 234emîn de kujerên Haci Mihci yê di sala 1987’an de li Geverê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest daye hate pirsîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan.
Piştî xwendina serpêhatiya bûyera Haci Mihci çalakî bi dawî bû.
ÎZMÎR
Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê jî faîlên Vedat Aydin û Serokê demê yê Şaxa Îzmîrê ya Tum Bel-Sen Îkram Mîkyaz pirsîn. Îkram Mîhyaz 4’ê Tîrmeha 1994’an piştî hatî binçavkirin, hate qetilkirin.