KCDK-E: Werin beşdarî merasîmên bîranîna heval Fûat bibin

KCDK-E’yê yek ji damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan bi bîr anî û di serî de bajarê Kolnê banga tevlîbûna hemû merasîmên bîranînên yên li Ewropayê kir.

ŞEHÎD ALÎ HAYDAR KAYTAN

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di 8’emîn salvegera şehadeta yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de Şehîd Alî Haydar Kaytan hate bîranîn û ev yek hatin gotin: ‘’Em heval Fûat ê yek ji damezrînerê koma Apoyî û hevalê Rêber Apo yê 50 salan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; soza xwe ya pêkanîna hesretên wî dubare dikin.’’

Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:

‘’Şehîd Alî Haydar Kaytan, di nava têkoşîna azadiyê de li qûntarên hemû çiyayan, li hemû cihên komên gerîlayan li gel kesayeta xwe ya perwerdekar û hînker xwedî li Partiyê derketiye, ew mezin kiriye; di dilê gerîlayan de weke pîrê çiyayan hatiye zanîn. Ji ber vê yekê Rêber gotiye ku ‘Hevalê ku min ji min baştir fêm kiriye û daye fêmkirin’ û cihê wî yê di nava têkoşîna me ya azadiyê de nîşan daye.

Em bang li hemû gelê me yê li dîasporayê dijîn, dostên xwe û saziyan dikin ku di serî de bajarê Koln ê Elmanyayê beşdarî hemû merasîmên ku bi wesîleya 8’emîn salvegera şehadeta Şehîd Alî Haydar Kaytan werin lidarxistin, bibin, xwedî li bîranîna şehîdê azadiyê derkevin, mîrateya têkoşîna azadiyê mezin bikin û bîranînan zindî bikin.

Di serî de Şehîd Alî Haydar Kaytan em hemû şehîdên Kurdistanê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; li pêşiya têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.’’

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ MERASÎMÊ

Di daxuyaniyê de agahiyên têkildarî merasîmê jî hatin parvekirin û bi vî rengî ne:

‘’Elmanya- Koln

5’ê Tîrmehê

Di saet 14.00’an de Elmanya, Köln,

Navnîşan: Saal2000 Schlodderdicher Weg 48A 51469 Bergisch Gladbach.