Li Fribourgê bîranîna Madimak, Çorûm û Elîşêr-Zarîfe
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê li Fribourgê bi wesîleya meha Mûharrem merasîm lidar xist û Elîşêr-Zarîfe û komkujiyên Madimak û Çorûmê bi bîr anî.
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê li Fribourgê bi wesîleya meha Mûharrem merasîm lidar xist û Elîşêr-Zarîfe û komkujiyên Madimak û Çorûmê bi bîr anî.
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Swîsreyê (FEDA) bi wesîleya meha Mûharrem û ji bo bîranîna Elîşêr û Zarîfe yên li Dersimê hatin qetilkirin û komkujiyên Çorûm û Madimakê ya Sêwayê, li bajarê Fribourg çalakî domandin.
Merasîm li Bd de Perolles ku yek ji cadeyên herî qelebalix a Fribourgê ye, hate lidarxistin. Merasîm bi gulbanga ku ji aliyê Pîr Alîhan Çalhan ve hatî xwendin, destpê kir.
Daxuyaniya hevpar a li ser navê FEDA û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk a Swîsreyê (YJAD) ve hatî amadekirin, ji aliyê Hevseroka FEDA ya Swîsreyê Songul Aslan ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiyên Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorûm û Madimakê nayên jibîrkirin û hate destnîşankirin ku wê têkoşîna heqîqet û edaletê bidome.
Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyan hatin bîranîn.
Gelek kesên biyanî jî eleqeyeke zêde nîşanî merasîmê dan.
ÇALAKÎ WÊ BIDOMIN
Hat ragihandin ku merasîmên bîranînê wê bi pêşengiya FEDA’yê di rojên pêş de jî li bajarên cuda dewam bike.
Çalakiyên ku di çarçoveya bernameyê de bên lidarxistin, bi vî rengî ne:
Lozan: 4’ê Tîrmehê roja şemiyê di saet 14.30’an de li navnîşana Rue de la Borde 12
Cenevre: 5’ê Tîrmehê roja yekşemê di saet 14.30’an de li Salon Gandhi (Rue des Savoises 1205)
St. Gallen: 5’ê Tîrmehê roja yekşemê di saet 13.00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (Poststrasse 10, Gossau)
Chûr: 12’ê Tîrmehê roja yekşemê di navbera saet 15.30 – 18.00’an de li navnîşana Scalettastrasse 111