Daristanên Zagorsê ev heftiyeke dişewitin: Jîngehparêzek jiyana xwe ji dest da

HRANA bi raporekê ragihand ku heftiyeke daristanên Zagrosê dişewitin, qeyrana hişkesalî kûrtir bûye û qirêjiya hewayê rewşa herêman xistiye metirsiyê de. Di xebatên vemirandina şewatê de jîngehparêzek jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA, têkildarî qeyranên jîngehê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raporeke heftane weşand.

Di raporê de hate diyarkirin, di vê hefteyê de li bilindahiyên Kamyaranê û daristanên Şelem yên li dewrubera bajarê Îlamê agir derket û ziyanên jîngehê çêbûn.

Her wiha hate ragihandin li navçeyên Xayîz û Behbehanê yên ser bi bajarê Xûzistanê ku li başûrê daristanên Zagrosê ne, agir bi daristanan ketiye.

Li gorî raporê di xebatên vemirandina şewatê de çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê Teqî Çengelwayî jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewamiya raporê de hate destnîşankirin ku 18 nêçîrvan û binpêkerên jîngehê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine binçavkirin ku gelek ji wan li bajarên Kamyaran û Şahîndêjê bûn û bi şêwazekî neyasayî nêçîrvaniyê dikirin. Her wiha li Kirmaşanê 2 ton û 300 kîlogram darên berûyê de ji aliyê jîngehparêzan ve hatine desteserkirin.

HRANA da zanîn ku di hefteya borî de hewaya herî kêm 23 bajaran li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê qirêj bûye û jîngeha wan navçeyan di rewşeke metirsîdar de ye. Di heman demê de, qeyrana avê gihîştiye asteke xeternak ku 18 bajar û 250 gund bi temamî bê avin. Li gel vê yekê, li Xorasana Bakur 285 yekeyên pîşesaziyê ji ber qirêjiya jîngehê di bin çavdêriyê de ne.