Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:
“Weke gelê me û raya giştî dizane di nava van çend rojên dawî de, li ser hêzên me li herêma Mihabadê êrîş hatin pêkanîn û me encama wan êrîşan ji raya giştî û gelê xwe re ragihandibû. Di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de jî me anîbû ziman ku ne tenê li ser hêzên me, di heman demê de zext û êrîşên rejîma Îranê li ser gel jî pir zêde bûne. Di encamê de rejîma Îranê bi van êrîş û kiryarên xwe dixwaze binkeftina xwe veşêre û xwe serkeftî bide nîşandan.
Di encama êrîşên li ser hêzên me de li herêma Mihabadê me dabû diyarkirin ku 4 rêhevalên me heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi qehremanî û wêrekiyek mezin bê dudilî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Her wiha kuştî û birîndarên hêzên pasdaran jî çêbûne ku ji wan kesên paye bilind jî di nav de hene. Ev êrîş li ser hêzên me di dîroka 28’ê meha Hezîranê de pêk hatiye. Em ji malbatên hevreyên xwe yên şehîd û ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Di serî de em dixwazin vê yekê bêjin ku her 4 rêhevalên me di pêşengtiya Fermandara hêja Arjîn Garzan de ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi gelê herêmê bidin naskirin, şev û roj bi ruhekî Apoyî yê bêhempa xwe kirin dengê gelê ku her roj zilm, dagirkerî û tecawiz li ser tê ferzkirin. Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake. Bûn heqîqeta bê dawî ya ku xeta jina azad dike mizgîniya azadiyê û diyarî mirovahiyê dike. Ji bo ku ruhê şoreşa Jin Jiyan Azadî bidin domandin di kesayeta Heval Arjîn û Cîhan de bûn pêşengê vên şoreşê.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me bi vî rengî ne:
Nav û Paşnav: Zarîn Akbaş
Navê Kod: Arjîn Garzan
Cihê Jidayikbûnê: Tetwan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad
**
Nav û Paşnav: Perestû Sefayî Pur
Navê Kod: Cîhan Sîrwan
Cihê Jidayikbûnê: Merîwan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad
**
Nav û Paşnav: Xelîl Çîçek
Navê Kod: Bawer Cûdî
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad
**
Nav û Paşnav: Resûl Yêgane
Navê Kod: Şahan Gabar
Cihê Jidayikbûnê: Xoyê
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad
ARJÎN GARZAN
Fermandar Arjîn Garzan, di sala 1995’an de li Tetwan a Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Di nava malbatek bi nirxên xwe yên welatparêziyê ve girêdayî dest bi rêwîtiya xwe ya jiyanê dike. Hîn di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Di nava malbatê de şehadet û beşdarbûnên ku hene bandoreke mezîn lî Zarîn dike. Ji ber van sedeman dixwaze bi lêgerîna jiyaneke azad mezin bibe û bibe layiqê nirxên malbata xwe. Her ku mezin dibe û jiyanê nas dike, hîn zêdetir pêwîstî pê dibîne ku lêgerîna xwe hîn mezintir bike. Ji ber vê yekê di sala 2013’an de biryara xwe dide û dibe lêgerînvaneke serhildêr.
Rêheval Arjîn Garzan ji roja ku beşdar bû her tim bi ked, mereq, moral û rûkeniya xwe di nava refên gerîla de li her dera ku kar kir şopên ku nayên jibîrkirin da avakirin. Li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê ji Mako bigire heta Merîwan, Serdeşt û Mihabadê bi eşqeke mezin a jina azad ked da û ji her her wezîfeyê re xwe berpisyar dît. Bi wan taybetmendiyên xwe yên xwezayî ji şervantî heya fermandarî bi moral û coşekî mezin beşdarî jiyan û paradîgmaya Rêber Apo bû. Fermandara me Arjîn Garzan her tim xwe ava kir û li hemberî rêhevalên xwe jî bi berpisyartiyek mezin tevgeriya. Kesayetekî netewî ya jina azad di şexsê xwe de li axa Rojhilatê Kurdistanê da domdarkirin. Em ê her tim weke sembola fedekarî, hezkirin û rêhevaltiya jin a rasteqîn hevrêya xwe bibîr bînin û bidin jiyankirin.
CÎHAN SÎRWAN
Rêhevala me Cîhan Sîrwan li bajarê Merîwanê Çavê xwe li jiyanê vedike. Hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de zilm, dagirkerî û zordariya rejîma Îranê dibîne û ji nêz de hîs dike. Ji ber welatparêziya herêma ku lê mezin dibe bi naskirina tevgera Apoyî re daxwaza wê ya ji bo jiyaneke azad û wekhev çêdibe. Di sala 2019’an de biryara beşdarbûnê dide û tevlî refên azadiyê dibe. Ji ber ku rastiya dijmin nas dikir û şahidî ji êşên bi dehan jinên ku rastî zilm û bindestiyê hatibûn re kir kir, her tim ji bo ku bibe bersiv her kêliya xwe ji bo xwe avakirinê derbas dikir û bi wate jiyan dikir. Ji bo ku bikaribe tişta ku armanc kiriye pêk bîne bi xwestek û vîneke Apoyî xwe ji bo her kar û xebatê amade dikir. Di demek kurt de bi kelecana ku ava dikir, karî bibe çavkaniya hêz û moraleke mezin ji bo hemû hevalên li derdora xwe. Li her qada ku lê xebat kir bû temsîlvana mezinkirina xeta jina azad û rêhevaltiya rasteqîn. Her tim wê mezin were jiyankirin.
BAWER CÛDÎ
Rêhevalê me Xelîl Çîçek bi navê xwe yê kod Bawer Cûdî di sala 1992’yan de li Bajarê Mûşê ji dayik dibe. Di nava malbateke welatparêz a xwedî şehîdan de mezin dibe. Di nava dibistanê de hîn zêdetir zilma li ser gelê xwe nas dike û bi naskirina xwe ya ji xebatên ciwanan re dest bi lêgerînê dike. Mîna her zarokekî Kurdistanê bi çîroka lehengiya gerîla mezin dibe. Demekê dûrî welat dikeve, lê hîn jî lêgerîna wî ya ji bo jiyaneke bi wate bi dawî nabe. Di sala 2019’an de li Elmanya biryara xwe dide û vê carê bi navê Bawer Cûdî ji bo xeyalên xwe pêk bîne dibe gerîlayekî wêrek ê Kurdistanê. Ji roja ku beşdar bû û vir ve her tim bi zîrekî û jêhatîbûna xwe ya bê hempa xwe beşdar kir û tevlî her kar û xebatî bû. Mîna navê ku hilda bû, her tim cihê baweriyê bû. Di amadekirina tunelên şer de ked û fedekariyek bê hempa da raberkirin. Di sala 2023’yan de bi mereq û hezkirinek bê dawî berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û bi keda ku afirand bû çavkaniya moral û hêzeke mezin.
ŞAHAN GABAR
Rêhevalê me Şahan Gabar li herêma Xoyê ji dayik dibe. Ji ber welatparêzî û şehadetên li herêmê û di nava malbatê de bi çîrok û dîtina gerîlayan re mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de li herêmê bi hevalan re dest bi kar û xebatan dike. Di sala 2025’an de beşdarî nava refên me dibe. Her tim bi hestê tolhildan û xwedî derketina li çeka şehîdên tekoşînê jiyan dikir û ew hest her ku diçû têde mezintir dibû. Ji ber van taybetmendiyên xwe di demek kurt de jiyana gerîla nas kir û di her dema zehmet de bi moral û cesareteke mezin xwe tevlî kir. Bû yek ji rêhevalên me yê bi ked û hezkirina xwe ya beramber jiyanê dihat naskirin."
YRK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt jî diyar kir:
"Weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jin (HPJ) em sersaxiyê ji malbatên rêhevalên xwe yên qehreman re dixwazin. Di kesayetê van lehengan de careke din em soza xwe ya ji bo xeyalên wan bigihînin serkeftinê dubare dikin. Weke tevgera azadiyê me tu carî xwîna rêhevalên xwe bêhesab nehiştiye. Ev bûyer jî wê di cihê xwe de bê nirxandin û hesab ji êrîşkaran were xwestin."