KOMÎN Û PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ
Dema ku em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku demeke dirêj mirov ne wekî îro takekesî, zêdetir hevpar jiyan kirine. Nêzî 200 hezar sal mirov bi rengê civakên biçûk, yanî di nava sazûmaniya komunal de jiyana xwe didomînin. Di wê demê de mulkiyeta taybet tune bû, ax, sewalên neçîrê an jî xwarinên ku dihatin komkirin, ya her kesî bû. Rêya mayîna di jiyanê de, ji bi hev re tevgerînê derbas dibû.
Ev civak timî rûbirûyê talûkeyan bû; sewalên dirinde, pevçûnên ku bi komên din re derdikevin, hişkatî û nexweşî… Lê tevî vê jî hebûna xwe domandin. Ji ber ku ne bi tenê bûn. Bi hev re parastin dikin, xwarinên xwe parve dikin û agahiyên xwe ji hev re radigihandin. Extiyar zanînên xwe bi ciwanan re parve dikirin û her kes pişta hev digirtin. Di rastiyê de tişta ku wan li ser lingan digre, ne hêz lê piştevanî bû.
Îro gef hatine guhertin. Êdî ji gefên fîzîkî yên rasterast zêdetir zextên hîn bi pergal û dem dirêj mijara gotinê ne. Bi taybet bi rêya polîtîkayên asîmîlasyonê, paşdexistina ziman, di perwerdehiyê de ferzkirina yek ziman û qelsbûna nirxên çandî ya netew-dewletan, hewl didin civakê veguherînin. Kurd yek ji gelên ku herî zêde ji vê pêvajoyê bandor dibin.
Di vê xalê de, rêxistinbûna komunê ne tenê awayê jiyanê ya di dîrokê de maye, ji bo îro jî wekî vebijarkekî bi wate derdikeve pêşiya me. Ji ber ku mesele ne tenê ew e ku mirov tenê bi fîzîkî hebe; bi parastina ziman, çand û nasnameyê domandina hebûna xwe ye.
Di jiyana rojane de, rêya herî rehet û bandor a vê yekê, jiyanîkirina ziman e. Di nava malbat, tax û nav hevalên xwe de axaftina bi Kurdî, vegotina çîrokên Kurdî ji bo zarokan û berdewamkirina çalakiyên çandî… Ev biçûk bên dîtin jî di rastiyê de pir diyarker in. Ji ber ku zimanek encax bi bikaranînê dijî.
Di qada perwerdehiyê de jî rewşekî bi vî rengî heye. Qursên ji derveyî pergala fermî, dibîstanên havînê yan jî naverokên dijîtal vê valatiyê hinek tijî dike. Weşan, dîmen û naverokên medyaya dijîtal ên ku îro li ser înternetê tên kirin, rolekî girîng têkilîdanîna ciwanan a bi zimanê re dilîze.
Asta aborî jî nabe ku were paşguhkirin. Ger mirov dema dabara xwe dikin, neçar dimînin ku ji nasnameyên xwe qut bibin, ev asîmîlasyonekî çêdike. Ji ber vê yekê kooperatîf yan jî hewldanên aborî yên li ser bingeha piştevaniyê, ne tenê madî, di wateya çandî de jî parastinê pêk tîne.
Her wiha asta hilberîna çandî ya rewşê jî heye; muzîk, wêje û şano. Ev ne tenê huner, di heman demê de awayê hebûnê ye. Her berhema ku Kurdî tê hilberandin, di rastiyê de bîra kolektîf zindî dike.
Helbet rêxistinbûna komunê bi têna serê xwe her tiştê çareser nake. Divê mafên berfireh ên wekî mafê perwerdehiyê ya zimanê dayikê, azadiyên çandî û statuya siyasî werin qezenckirin. Lê heta ku were wê xalê, komun dikarin wekî pîrekî rol bilîzin, ev yek civakê li ser lingan bigre û belavbûnê asteng bike.
Di encamê de dîrok vê nîşanî me dike; Mirov ne bi tenê, bi hev re xurt in. Ji bo Kurdan jî rêxistinbûna komunê ne tenê bijarteyekî ye, piranî dibe neçarî. Ji ber ku ev avanî, hem xwe dispêre tecrubeyeke ku ji dîrokê tê, hem jî xwedî wê nermbûnê ye ku dikare li gorî şert û mercên îro were guncav kirin.
Mesele ew e ku ev piştevanî dewam bike. Bi taybet tevlîbûna ciwanan a ji bo vê pêvajoyê û bi amûrên nû yên wekî teknolojiyê xurtkirina vê avaniyê, wê diyarker be. Ji ber ku ger civakek bikaribe ziman, çand û bîra xwe biparêze, wê demê dikare hebûna xwe biparêze.