10 Efrînî li ser rêya Reqa-Hesekê hatin girtin

Hêzên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî ya Sûriyeyê 10 ciwanên Kurd ên ji Efrînê li bendeke kontrolê ya li gundewarên Reqayê, dema ku ew bi malbatên xwe re ber bi parêzgeha Hesekê ve diçûn, girtin.

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn nêzî 10 ciwanên Kurd li bendeke kontrolê ya li nêzî bajarokê El Kerama yê Reqayê, dema ku ew bi malbatên xwe re ber bi parêzgeha Hesekê ve diçûn, girtin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ciwan birine cihekî nenas. Der barê sedemên girtina wan an cihê wan de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Çavkaniyan her wiha da zanîn ku tenê xort hatine girtin û ev yek di nava malbatnê wan de bûye sedema fikaran.