Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Strasbourgê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) ku di 3’ê Tîrmeha 2018’an de şehîd bû, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Kurd bi girseyî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jiyana Kaytan, dîroka wî ya têkoşînê ya 45 salî û mîrateya wî ya ku ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re hiştiye, hate vegotin.
Bîranîn, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan hate pêşandan.
‘PARÊZVANÊ HEQÎQET Û AZADIYÊ BÛ’
Îsmaîl Erzîncan ku di bîranînê de axivî, di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî.
Erzîncan diyar kir ku Kaytan di tevahiya jiyana xwe de parêzvaniya heqîqet, azadî û mirovatiyê kir û anî ziman ku ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên bindest ramanwerekî girîng e.
‘MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA WÎ BERPIRSYARIYA ME YA DÎROKÎ YE’
Erzîncan diyar kir ku Kaytan di heman demê de xwedî kesayetekî fîlozof, derwêş û zana bû û di qadên dîrok, erdnîgarî, felsefe û têkoşîna civakî de danehevekî kûr hişt.
Erzîncan destnîşan kir ku rêya herî rast a xwedîderketina li mîrateya şehîdan, jiyanîkirina nirxên ku ew ji bo wan têkoşiyane û wiha got, “Meşa li ser rêya wan, mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê, berpirsyariya me ya dîrokî ye.
Erzîncan anî ziman ku bi çand û kevneşopiya xwe ya berxwedanê ya Dersimê re, têkiliyên xurt danî û jiyanana xwe fedayî azadî û jiyana hevpar a gelan kir.
‘MÎRATEYA WÎ ÎRO JÎ RÊ NÎŞAN DIKE’
Erzîncan diyar kir ku Kaytan yek jî hevrêyên nêz ên Rêber Apo bû û anî ziman ku helwesta wî ya îdeolojîk, hilberîn û mîrateya wî ya têkoşînê îro jî rê nîşan dike.
Beşdaran tevahiya bîranînê, kêliyên hestiyar jiyan kir û sînevîzyona li ser jiyana Alî Haydar Kaytan hate pêşandan. Çalakî piştî bîranîna Kaytan û şehîdên têkoşîna azadiyê bi dawî bû.