Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Fransa di 4’ê Tîrmehê de ji ber meha Muherremê i Strasbourgê loqmeyên aşûrayê parve kir. Di çarçoveya bernameyê de Alîşêr û Zarîfe, qurbaniyên komkujiyên Çorum û Sêwasê hatin bibîranîn.
Li ser navê Komîteya FEDA Strasbourgê Yeter Ç. axaftina vekirinê kir û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre Hevserokê FEDA Ewropayê Şahîn Polat axivî û diyar kir ku divê Elewî xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin û bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina bi vîna xwe. Polat anî ziman ku divê civaka Elewî bi hêza xwe ya rêxistinkirî pêşeroja xwe diyar bike.
Di bernameyê de daxuyaniya hevpar a Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (YJED) a li ser salvegera Komkujiya Madimakê de hatibû amadekirin hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku heta bi komkujiyên ji Kerbelayê heta Koçgirî, ji Çorumê heta Madimakê re hevrûbûn çênebe, dawî li polîtîkayên bêcezatiyê neyê û hemwelatîbûna wekhev neyê misogerkirin, aştiya civakî ne pêkan e.
Bername bi parvekirina aşûreya ji bo meha Muherremê hat amadekirin, bi dawî bû.