Çalakiya nobetê ya Mexmûrê: Rêber Apo xeta me ya sor e

Çalakvanên nobeta dorveger ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê destnîşan kir ku Rêber Apo îrade, hebûn û xeta wan ya sore.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi koma 208’an û di roja 1080’an de didome.

Di dewrgirtina çalakiya nobetê ya ku li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê pêk hat de, endam, rêveberên sazî, dezgehên civakî û gelek  kes amade bûn.

Di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê koma 207’an Endama Rêveberiya Meclîsa Gel Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser sekin û berxwedana Rêber Apo û diyar kir ku ew berxwedana li Girava Îmraliyê ya 27 salan  silav dikin.