Ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê ‘’Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistina Aborî’’ hate lidarxistin. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, hevserokên şaredariyan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî beşdarî komxebatê bûn.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di komxebatê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Em bi avaniyeke aboriyê ya ku însan birçî tên hiştin re rû bi rû ne. Aliyê aboriyê yê civakî tune ye. Nirxê kedê û berhema zêde ji aliyê kê ve tên diyarkirin? Divê em li servan yekan biaxivin. Em bang dikin ku werin em sînorên zihnî yên dewletê diyar kirine, derbas bikin. Ji bo vê yekê em kom bûne. Di rêwîtiya aboroya komunal de em spasiyên xwe li hemû kesên ku wê li ba me bisekinin, dikin.’’
Piştre endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş axivî û got: ‘’Min hin dane bi dest xistin. Daneyên gelekî nexweş. Li bajarên Tirkiyeyê temenê bûyerên xwekuştinê li derdora 25’an e, li Kurdistanê 15 salî û jêrtir e û Amed di rêza xwekuştinên zarokan de yekemîn e. Wan jî di rêza duyemîn de ye. Çima em zarok û ciwanên xwe napêrêzin. Ji sedî 44’ê ciwanan bêkar in. Rêjeyeke mezin bi awayekî neyînî li pêşerojê dinêrin. Niviya ciwanan bi nebûna pêşerojê re rû bi rû mane. Ev hişyariyek e.’’
‘DIVÊ TORÊN PIŞTEVANIYÊ YÊN GELEKÎ CIDÎ WERIN AVAKIRIN’
Çetîn Arkaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê ji van yekan re çareserî bê peydakirin û ev yek anîn ziman: ‘’Temenê bikaranîna tiryakê heya 9’an daketiye. Di hejmara kesên fûhûşê dikin û tiryakê difiroşin de zêdebûn heye. Piraniya wan ji malbatên ku ji şerî bandor bûne, pêk tê. Em dikarin berê xwe bidin gotina hêsan û bibêjin polîtîkayên dewletê ne. Ez demeke dirêj di girtîgehê de mam; piraniya kesên ku li girtîgehê dimînin, girtiyên edlî ne. Piraniya wan Kurd in. Li erdnigariya ku lê nan hatiye dîtin, em bê nan dimînin. Li şûna ku em ji rewşa heyî re hincetan peyda bikin, dîtina çareseriyan girîng e. Sewalkarî û çandinî ji bo vê erdnigariyê gelekî girîng in. Ger em li ser van vakan çandiniyê paşguh bikin, dibe ku gelek tişt werin serê me. Ji bo dahata sê salan dixwazin xwezayê qetil bikin. Divê em li hemberî vê yekê bisekinin. Divê em torên piştevaniyê yên gelekî cidî ava bikin. Şaredarî û rêxistinên civakî dikarin li ser vê yekê bisekinin.’’
PÊŞNIYARIYÊN ÇARESERIYÊ
Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş di dawiya axaftina xwe de got ku divê komxebat bes bi fikrê re sînordar nemîne û ev yek anîn ziman: ‘’Divê îradeya pratîkbûnê were nîşandan. Divê birêxistinbûneke hevpar derkeve holê. Divê li gel hemû dînamîkên bajêr plana çalakiya lezgîn were amadekirin. Em hemû berpirsiyarên rizîbûna civakî û aboriyê ne. Ger em bi vê hişmendiyê tev bigerin, em ê çareseriyê peyda bikin. Divê li hemberî madenvaniya hov helwesta me zelal be. Divê em di nava pêngavên hizrî û pratîkî de bin.’’