Jiyana girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî di xeteriyê de ye!
Hat ragihandin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya ku di Girtîgeha Urmiyeyê de tê girtin û nexweşa penceşêra pêsîrê ye, nayê dermankirin û rewşa wê ya fîzîkî her ku diçe xirabtir dibe.
Hat ragihandin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya ku di Girtîgeha Urmiyeyê de tê girtin û nexweşa penceşêra pêsîrê ye, nayê dermankirin û rewşa wê ya fîzîkî her ku diçe xirabtir dibe.
Girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ku li girtîgeha Urmiyeyê tê girtin û nexweşa pençeşêra pêsîrê ye, ji mafê tedawiyê û dermanan bêpar tê hiştin. Şilêr Mam Qadrî di çend mehên borî de bi qasî 27 kîlo winda kiriye, ev yek jî fikarên der barê rewşa wê ya tenduristiyê de zêde dike. Li gorî raporan rewşa wê ya fîzîkî her diçe xirabtir dibe.
Di malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê de hate ragihandin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya 34 salî ya ji Mihabadê ku li girtîgeha Urmiyeyê tê girtin, di 9’ê Adara 2026’an de hat girtin, ji ber bêparbûna ji xizmetên tibî, derman û lênêrîna tibî 27 kîlo da û her diçe rewşa tendirustiya fizîkî xirabtir dibe.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyek nêzî malbata girtiya siyasî hatine girtin, ji dema Şilêr Mam Qadrî hatiye girtin ve heta niha bi qasî 27 kîloyan winda kiriye. Her wiha nebûna gihîştina dermankirinê, derengketina tedawiyê û nedayîna dermanên pêwîst rewşa fîzîkî ya Şilêr Mam Qadrî gihandiye astek bi fikar.
JIYANA GIRTIYA SIYASÎ DI XETERÊ DE YE
Şilêr Mam Qadrî berê bi penceşêra pêsîrê re têdikoşiya û pêdivî bi lênêrîna bijîşkî ya pispor a berdewam heye. Lê belê girtina wê ya berdewam, bêparhiştina ji mafê tedawiya guncaw, rê li ber fikarên berfireh li ser tenduristî û heta jiyana wê vekiriye.
Raporên hatine weşandin nîşan didin ku kêmbûna zêde ya kîloyan, lawaziya fîzîkî, êşkenceya ku berê dîtiye û girtina berdewam bêyî lênêrîna bijîşkî ya têrker rewşa wê xirabtir kiriye. Aktivîstên mafên mirovan bi berdewamî hişyar dikin ku ji ber astengkirina dermankirina girtiyên nexweş dibe ku encamên bêveger li ser tenduristiya wan çêbike.
Tevî ku çend meh di ser girtina Şilêr Mam Qadrî re derbas bûye jî der barê tohmetên li dijî wê de tu agahiyên fermî nehatine dayîn û rayedaran ji bo berdewamiya girtina girtiya siyasî yan jî rewşa wê ya tenduristiyê de tu daxuyaniyek nedane.
Berdewamiya girtina Şilêr Mam Qadrî ya bi nexweşiya penceşêrê, nedayîna tedawiyê û dermanan, careke din rewşa girtiyên nexweş û berpirsiyariya saziyên têkildar ji bo parastina jiyan û tenduristiya wan, bûye rojeva rêxistinên mafên mirovan û raya giştî.