130 rewşenbîr û nivîskar, li dijî qedexe û zextên beriya Civîna Bilind a NATO’yê ya ku dê di navbera 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de, li dijî girtin û qedexeyan nerazîbûn hat nîşandan. Rewşenbîran, xerckirinên zêde yên ji bo civînê rexne kirin û diyar kirin ku xizaniya gel tê veşartin û ev tişt hatin gotin, “Bi feraseta 'ji rûmetê tesarûf nabe 12 milyar lîre çavkaniya giştî ji bo ku bajar pêşkêşî dilê serokên NATO’yê û bi taybetî yê Trump bikin û rewayetê ji wan bigirin tê xerc kirin.”
Der barê rabirdûya NATO’yê û armanca civînê de jî ev tişt hat gotin, "Sekreterê Giştî yê NATO’yê rêxistina şer ku sicîla wê bi sûcên şer, derbeyan, destwerdanên herêmî û şeran qirêj bûye, diyar dike ku mijara herî girîng a civînê dê zêdekirina hilberîna pîşesaziya şer be û bi vê yekê behsa siberojeke şer û pevçûnan dike. Di demekê de ku li aliyê rast ê dîrokê cihgirtin tenê bi dûrketina ji şîrîkbûna sûcê pêkan e jî, desthilatdarî li dû wê yekê ye ku ji pêşbaziyên çekdarkirinê para xwe bigire û welat hîn zêdetir ji hêzên NATO’yê re pêşkêş bike."
Di dawiyê de, hişyariye ku ev rewş rejîmê ber bi totalîteriyê ve dibe hat kirin û ev bang hat kirin, “Em bang li hemû muxalefetê û welatiyan dikin ku li dijî vê rewşa giran helwestê raber bikin; wekî gava yekem em daxwaz dikin ku girtî yekser bên berdan.”
NAVÊ ÎMZEKARAN BI VÎ RENGÎ NE:
“Abdulselam Suvakçi, Ahmet Dîndar, Ahmet Muhtar Çakmak, Akin Bîrdal, Alî Bîlge, Altay Oktem, Arîf Mardîn, Esli Tellî, Asuman Bayrak, Ayla Turksoy, Aysel Hoşgît, Ayşe Cemal, Ayşe Gungor, Ayşegul Devecioglû, Bahattîn Yucel, Bariş Ulus, Baskin Oran, Başak Sayan, Belgîn Biyikoglû, Bulent Atamer, Bulent Tekîn, Cabîr Ozyildiz, Can Candan, Cem Alptekîn, Cemal Bîlgîn, Cengîz Arin, Cengîzhan Gungor, Çetîn Alî Nergîs, Denîz Durukan, Derya Tolgay, Dîlek Yilmaz, Dogan Bermek, Dogan Emrah Ziraman, Elîf Aytaç, Emîne Uşakligîl, Erdal Turkkan, Erdogan Kahyaoglû, Erdogan Uci, Ergun Ozgur, Ertugrul Barka, Esra Koç, Esra Mungan, Fahriye Muzaffer Kurşuncu, Fatma Akdokur, Fîkret Karavaz, Gaye Boralioglû, Gençay Gursoy, Gul Yilmaz, Gurhan Ertur, Gursel Korat, Hacer Ansal, Hande Çîgdemoglû, Hesen Cemal, Hesen Kara, Hatîce Çevîk, Hatîce Seçkîn Akugur, Haydar Ergulen, Hulya Bîlgîn, Îbrahîm Betîl, Îbrahîm Fîkrî Talman, Îshak Kocabiyik, Îsmet Husrevoglû, Kaan Merîç, Korkut Akin, Kuban Kural, Macît Çopur, Mehmet Nur, Mehmet Rasgelener, Mehtap Meral, Melek Konî, Melîh Kirlidog, Meryem Koray, Metîn Ugurtepe, Metîn V. Bayrak, Murat Gumrukçuoglû, Mustafa Paçal, Mustafa Şukru Demîrkanli, Munîr Korkmaz, Nazîke Seçîl Hayirci, Necmiye Alpay, Nejla Okyay, Nermîn Sinar, Nesîm Ovadya Îzraîl, Nesrîn Nas, Nesrîn Sungur Çakmak, Nîlgûn Dogançay, Nurcan Baysal, Orhan Dogançay, Orhan Sîlîer, Osman Okkan, Oya Baydar, Oya Ozguven, Oget Oktem Tanor, Ozlem Şekercioglû, Remezan Çavdar, Ridvan Hatun, Riza Çinar, Riza Turmen, Saîme Erkal, Saît Çetînoglû, Sakîn Gunel, Salîh Zekî Tombak, Seda Berzeg, Semîh Gûmûş, Sînan Suner, Sonat Yurtçu, Suzan Yazici, Suleyman Karataş, Şahînder Bayram, Şanar Yurdatapan, Şebnem Îşîguzel, Şenol Karakaş, Talat Kiriş, Tevfîk Bugakaptan, Tugrul Eryilmaz, Ufuk Uras, Ugur Portakal, Umît Aktaş, Ustûn Guvener, Vega Sankur, Vîkî Çîprut, Vîldan Çetîn, Yaprak Zîhnioglû, Yaşar Seyman, Yavuz Okçuoglû, Zehra Arat, Zehra Şenoguz, Zekî Kiliçaslan, Zeynep S. Akinci, Zeynep Tanbay.”