Hevdîtinên Kalin ên li Iraqê: Hevsengiya herêmî ya nû tê çi wateyê?

Geşedanên dema dawî dema li pey hev tên rêzkirin danûstandinên Îbrahîm Kalin ên li Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê gelek pirsan bi xwe re tîne.

Serdanên Îbrahîm Kalin ên li Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê tenê weke hevdîtinên dîplomatîk ên asayî dikare were xwendin? Yan ev serdan, parçeyekî krîtîk ya mîmariya nû ya ewlehiyê ya di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji nû ve tê şêwedane? Dema ku geşedanên dawî li pey hev tên rêzkirin, pirsîna van pirsan bi dengekî bilindtir dibe mijarek jêneveger.

Tirkiye ev demeke dirêje ku polîtîkaya xwe ya li Iraqê ne tenê li ser ewlehiya sînor, her wiha li ser xetên enerjiyê, korîdorên bazirganiyê û qadên bandora herêmî ji nû ve ava dike. Di vê çarçoveyê de, Projeya Rêya Geşepêdanê ku li gel Bexdayê hatiye îmzekirin, ji bo Enqereyê ne tenê veberhênaneke aborî ye, di heman demê de stratejiyeke jeopolîtîke.

Lê, lingê ewlehiyê ya vê projeyê bi qasî lingê wê yê aborî balê dikişîne. Ji ber ku rêgeha ku proje tê re derbas dibe, di heman demê de xeta Mûsil, Nînowa û Şengalê ku bi salane qada alozî û şerên leşkerî û siyasî ye, digire nava xwe. Ji ber vê yekê, nirxandina danustandin û serdanên Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ên li Bexdayê tenê di çarçoveya parvekirina îstîxbaratê de dê kêm bimîne. Her çend MÎT ne muxatabê siyasî yê korîdora enerjiyê be jî, ewlehiya vê korîdorê, koordînasyona îstîxbaratî û birêvebirina rîskên muhtemel rasterast di qada eleqeya MÎT’ê de ne.

ŞENGAL ÇIMA DÎSA DI ROJEVÊ DE YE?

Di rojên ku serdanên Kalin ên li Iraqê berdewam dikirin de, daxuyaniyeke balkêş ji aliyê Serokê Heşdî Şeebî Faleh el-Feyyad ve hat belavkirin.

Feyyad di axaftina xwe ya di Sempozyûma Diyaloga Nînowayê de diyar kir ku dê di nava sê mehan de hemû Şengal û bi taybetî jî Çiyayê Şengalê bikeve bin kontrola hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

Ev daxuyanî dikare weke daxuyaniyeke ewlehiyê ya asayî were dîtin. Lê bi taybetî tekezkirina li ser ‘Çiyayê Şengalê’, ji bo civaka Êzidiyan wateyên pir kûrtir hildigire.

Di sala 2014’an de dema êrişên DAIŞ’ê, di qonaxa ku civaka navdewletî û hêzên herêmî bi piranî bêdeng mabûn de, Çiyayê Şengalê ji bo bi hezaran Êzidiyan ne tenê qadeke erdnîgarî, heman demê yekane garantiya jiyanê bû.

Ji ber vê yekê, Rojnamevan Îbrahîm Êzidî di nirxandina xwe ya ku di ANF’ê de hatibû weşandin de ev pirs anî rojevê:

“Gelo ev biryar, bi şêwirîna li gel hêzên Êzidî yên ku ji fermanê vir ve bi xwîn û keda xwe Şengalê diparêzin hatiye girtin?”

Li gorî nivîsê bersiv zelal bû:

Na.

Tê diyarkirin ku tu muzakereyên ku vîna civaka Êzidî esas bigirin nehatine meşandin û hişyarî dihat dayîn ku biryarên derbarê pêşeroja Şengalê de, bi bazariyên herêmî yên li pişt deriyên girtî tên dîzaynkirin.

Her çend neyê zanîn ka li pişt deriyên girtî çi hatine axaftin jî, lê pirsa Êzidî ji ber ku fikarên girîng ên di nav raya giştî de tên nîqaşkirin nîşan dide, balê dikişîne.

MÎMARIYEKE NÛ YA EWLEHIYÊ TÊ AVAKIRIN?

Yek ji mijarên bingehîn ên ku îro li Bexdayê tên nîqaşkirin, entegrasyona pêkhateyên çekdar ên di bin sîwana Heşdî Şeebî de û komên din ên çekdar li nav saziyên dewletê de ye.

Ev nîqaş dê hêzên YBŞ’ê yên li Şengalê jî li xwe bigire an na, nediyariya xwe diparêze.

Lê belê ev pirs ji xweber tê rojevê:

Gelo pêvajoyeke nû ji bo tasfiyekirina YBŞ’ê ya ku piştî sala 2014’an bi armanca parastina gelê xwe hatibû birêxistinkirin, tê amadekirin? Peymanek duyemîn ya 9’ê Cotmehê ye?

Ji bo vê pirsê bersiveke teqez a îro tune ye.

Lê dema ku daxuyaniyên Feyyad, polîtîkayên ewlehiyê yên Bexdayê û hevdîtinên piralî yên Kalin di heman demê de li hev tên, nîqaşkirina senaryoyên cuda dibe tiştekî neçar.

ÇIMA DAXUYANIYA KCK’Ê BAL KIŞAND?

Daxuyaniya ku piştî temasên Iraqê yên Şêwirmendê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, ji aliyê KCK’ê ve hat dayîn jî nîqaş mezin kirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku temasên Serokê MÎT’ê yên li Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê ne tenê serdanên dîplomatîkin û got: “Di rewşa heyî de, mîna ku amadekarî ji bo şerekî nû tê kirin, polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Îbrahîm Kalin, ne tenê wekî serokê saziyeke îstîxbaratê, lê di heman demê de wekî serokwezîrê hikûmetekê serdana Iraqê dike. Di raboriyê de dema êrişên li ser Rojava jî hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin. Rola Alîkarê Sekreterê Giştî yê MÎT’ê ya li Bexda, Silêmanî û Hewlêrê çiye, ew çi dike? Gelo armanc ewe ku di plana tunekirin û êrişkirina li ser Tevgera me ya azadiyê de rolekê bidin van hêzan?”

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku hevdîtinên wekî vê li gel Îranê jî tên meşandin û hat destnîşankirin ku divê hikûmeta Iraqê nebe parçeyekî planeke bi vî rengî.

Di demekê ku tenê çend roj ji bo salvegera merasîma çekdanînê ya 11’ê Tîrmehê mane ku ev merasîm wekî yek ji dehfdanên herî girîng ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku nêzî sal û nîvekê ye berdewam dike tê qebûlkirin, ev serdan û daxuyaniya KCK’ê ya li ser vê serdanê ji bo nîşandana eksena ku nîqaşên herêmî tê de dimeşin, xwedî girîngiyeke mezine.

GELO OPERASYONA GENDELIYÊ TESADÛF E?

Serdana Kalin a li Bexdayê di heman demê de hemwextê qonaxekê ku li Iraqê yek ji operasyonên herî berfireh ên gendeliyê yên salên dawî tê meşandine.

Li gorî îddîayên ku di çapemeniya Iraqê de cih girtine, hat diyarkirin ku hinek ji kesên di operasyona gendeliyê de hatine binçavkirin, li Tirkiyeyê xwedî gelek mal û milkin û di bankeyên Tirkiyê de mîqdarên bilind serwetê wan hene.

Dîsa di gelek nûçeyan de hate diyarkirin ku di navbera şîrketên Tirk ên nêzî desthilatdariyê û şîrketên Iraqî de, bi taybetî di warê petrol û enerjiyê de têkiliyên giring ên bazirganiyê hene.

Ji ber vê yekê, hinek çavdêrên siyasî dibêjin ku serdana Kalin dibe ku bi birêvebirina aliyê Tirkiyeyê yê van dosyayan ve girêdayî be.

Ev nîqaş, dosyaya Riza Zarrab û Halkbankê ya ku dema borî di navbera Tirkiye û Îranê de rû dabû û rûberekî navneteweyî girtibû, dîsa tîne rojevê.

DI DOSYAYA SILÊMANIYÊ DE ÇI GUHERÎ?

Yek ji hevdîtinên herî balkêş ên Kalin, civîna wî ya li Silêmaniyê ya li gel Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bû.

Her wiha Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Derbaz Kusret Resûl duh li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyan.

Ev hevdîtin nikare tenê wekî têkiliyeke asayî ya dîplomatîk a di navbera du kesan de were xwendin.

Ji ber ku Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di daxuyaniyên xwe yên salên borî de diyar kiribû ku ewê li gel berpirsên Tirk ne cive, ji ber ku wan heval û birayên wan şehîd kirine.

Piştî wefata Serokê Giştî Celal Talebanî û vir ve, di asta serokatiya YNK’ê de hevdîtneke wiha vekirî li gel Enqereyê pêk ne hatibû. Ev yek jî vê hevdîtinê hîn bêtir balkêş û giring dike.

GELO ÇI GUHERÎ?

Di nava salekê de navbera Tirkiye û rêveberiya YNK’ê de, di warên siyasî, leşkerî û aborî de geşedanên li ser xeteke cuda ji têkiliyên demboriyê destpê kirine.

Ya yekem, bi tevlîbûna zêdetirî 25 şîrketên Tirk û bi giştî zêdetirî 150 karsaz û veberhênerên ji Iraq û Herêma Kurdistanê, di 6’ê Gulana 2025’an de li Silêmaniyê Foruma Karsaziyê ya Iraq-Tirkiyeyê hate lidarxistin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê di forumê de veberhênerên Tirk vexwîndibûn Silêmaniyê û diyar kiribû ku armanca wan zêdekirina qebareya bazirganiya di navbera her du aliyan de ye.

Ya duyem, Tirkiyeyê qedexeya li ser qada hewayî ya Silêmaniyê ku nêzî du sal û nîv bûn sepandibû, di meha Cotmeha 2025’an de rakir.

Piştî vê biryarê, peywendiyên dîplomatîk ên di navbera Enqere û YNK’ê de lez girtin. Di vê pêvajoyê de nûçeyên derbarê egera serdana Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya ji bo Enqereyê, di ragihandina herêmî de cihekî berfireh girt.

Ya sêyem, dayîna Walîtiya Kerkûkê ji bo Tirkmenane. Tê zanîn ku Tirkiye Kerkûkê wekî bajarekî Tirk dibîne û li ser vî bingehî helwesta wê ya derbarê Walîtiya Kerkûkê de jî tê zanîn.

Herî dawî jî serdana rasterast a Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a ji bo Silêmaniyê û hevdîtina wî ya li gel Serokê YNK’ê Bafil Talebanî, her wiha serdana Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Derbaz Kusret Resûl li Enqereyê û hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bû.

Dema ku mirov van hemû geşedanan bi hev re dinirxîne, ev pirs tê rojevê ku gelo peywendiyên bi dûrahî yên ku ev salên dirêjin di navbera Tirkiye û YNK’ê de berdewam dikin, ketine qonaxeke nû an na?

HEVSENGIYEKE NÛ TÊ AVAKIRIN?

Îro di raya giştî ya herêmê de yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin eve; gelo YNK dê nêzî xeteke wiha bibe ku mîna têkiliyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku PDK’ê li gel Tirkiyeyê pêş xistine?

Tişta eşkere eve; polîtîkayên ewlehiyê yên li ser xeta Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê ji nû ve ava dibin.

Korîdorên enerjiyê, rêyên bazirganiyê û peymanên ewlehiyê ji hev cuda nameşin.

Xeta ku ji Şengalê heta Kerkûkê, ji Mûsilê heta Silêmaniyê dirêj bibe, êdî ne tenê qada leşkerî ye, di heman demê de veguheriye navenda hevrikiya enerjiyê, aborî, dîplomasî û îstîxbaratê.

Her çend neyê zanîn ka di geşta dawî ya Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin a li Iraq û Herêmê de çi hatine axaftin, li ser kîjan mijaran lihevhatin çêbûye û çi biryar hatine girtin jî, yekane tiştê ku mirov dikare ji bo îro bi mîsogerî bibêje eve:

Li holê gelek nîşane hene; lê dem dê nîşan bide ka ev nîşane dê veguherin kîjan tabloya dawî. Statûya Şengalê, pêşeroja YBŞ’ê, arasteya peywendiyên YNK û Enqereyê, her wiha mîmariya ewlehiyê ya Projeya Rêya Geşepêdanê dê di qonaxa pêş de wekî mijarên herî krîtîk bimînin.

Ji ber vê yekê, pirsa ku divê îro were pirsîn ne tenê eve ku ‘Kalin li Iraqê li gel kîjan kesan hevdîtin kir?’

Pirsa sereke eve:

Gelo ev hevdîtin, di pêşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê de agahdarê dîzayna qonaxeke nû ya siyasî û ewlehiyê ye?

ÇAVKANÎ: ROJNEWS