Tev-Çandê şoreşgerê pêşeng, helbestvan û fikirvan Alî Haydar Kaytan di salvegera şehadeta wî de bi helbestekî bi bîr anî.
Helbesta bi navê “Kulîlkên Azadiyê wê bipişkivin” ji aliyê nivîskar Rêşad Sorgul ve hatiye nivîsandin. Kedkarên muzîkê ya Tev-Çandê helbest kir beste. Helbest di salvegera şehadeta Kaytan de li ser qenala YouTube ya Med Hunerê hate weşandin.
Helbest bi vî rengî ye:
KULÎLKÊN AZADIYÊ WÊ BIPIŞKIVIN
Me got, ya HEQ
Me got, ya Xizir
Ji Dersimê, ji Koçgiriyê, ji Zîlanê
me da xwe û em rabûn
Ji Şêx Seîd heta bi Seyîd Riza
li seranserê Kurdistanê
me got, ya HEQ û em meşiyan...
em kom û komik bûn
em parçe bûn ji her parçeyî
û em rabûn
em rabûn li ber mêhtinkaran, li ber zordestan,
Me serî rakir
em komikek çargurçikî bûn,
em çend kes bûn
em xort û jin, can û ciwan bûn...
buhara temenê me bû...
Em bi ser dijmin de çûn,
em ji ber wan nereviyan,
em her bi ser wan de çûn,
me guleyên xwe
me bi halanên xwe
tola tevahiya cangoriyên xwe
tola tevahiya pakrewanan
tola hezar salan
tola xwe hilda
me tola gelî û newalên xwe,
me tola zarok û jinan,
me tola kal û pîran
me tola nalîn û qîrînên kal û pîran,
me tola canên xwe hilda
Me got, zor zane devê tifinga mor zane,
Me got, rêya me HEQ e, heq nayê înkarê
Me got, welatekî me heye, navê wî Kurdistan e.
her dar û ber,
kevir û kuçik,
kanî û rûbar,
deşt û zozan bi xwe re ketibû xiyanetê
dilê me mîna daholê HEQ lê da
şiyar bû, cumle zerat
pêkve rabûn govenda azadiyê
Çawa ku Şakiro gotî
ev şer ne şerê Hesenan û Heyderan e,
ne şerê duwanzdeh eşîran e,
ev şer şerê Kurdan
ev şer şerê şoreşgerên Kurdistanê ye,
ji nû ve ruh bi her tiştî ve hat
em meşiyan
komik bûn kom,
kom bûn gelek
gelek bû neteweyek
em meşiyan bi ser dijminan de
em meşiyan bi ser hêzên tariyê de
em meşiyan bi çargurçikî
ne bi dilekî bi hezar dilî
em meşiyan, meşiyan ber bi roja azadiyê ve
xema nexwe
roja me hiltê
kulîlkên azadiyê dipişkivin
li welatê dilê me
li her quncik û goşeyê
ew jiyana şadûman
ew xeyala giranbuha ya pakrewanan
ew evîna pîr û ocaxan
ha binêre
wa li asoyê hiltê
û teqez wê Kurd û Kurdistana azad pêk bên
ji ber ku ew êdî rastiyên ebedî ne.