Zîlan evîndara ax û welatê xwe bû

Hevrê Zîlan bi vê sekn û helwesta xwe mîrasek mezin ji bo jina Kurd û hemû jinên cîhanê hişt. Wê ji bo hemû jinan jiyanek nû afirand. Rêya jiyana azad nîşanî hemû neteweya jin da.

Pênaseya azadiyê gelekî kûr û berfireh e. Azadî zanebûn e, dîroka xwe naskirin e, civakbûyîn e, komînalbûn e, exlaq e, edalet e, sadebûn e. Wekî wan gelek nirxên jiyanî di nav xwe de dihewîne. Dîsa li gor van prensîban di nav jiyanê de bi berpirsyarî mirov tevbigere û pêk bîne azadî ye. Li gel van hemûyan azadî di asta herî jor de bicihanîna rêgezên welatparêziyê ye. Ji welatê xwe, çand, ziman, erdnîgarî û dîroka xwe hezkirin e. Parastina hebûn û nasnameya xwe ye. Ji bo parastina hebûna xwe pêşxistina têkoşînê ye. Di nav şert û mercên herî zor û zehmet e têkoşîn û berxwedan e. Di heman demê de xwe bi serketinê ve kilîtkirin e û her tim bi hêviya serketin û serfiraziyê jiyîn e.

Bêguman di dîroka mirovahiyê de gelek kesayetên navdar û mezin ên mohra xwe li dîrokê xistine hene. Di vê asta kesayeta em behsa wê dikin de, di pêvajoyên herî zor û zehmet de li hember neheqiyê û bêedaletiyê berxwedan e. Gelek ji wan di oxira jiyanek azad de bêtirs û bêhesab têkoşînek bêhempa dan meşandin û wan ji bo xwe mirina bi wate û pîroz hilbijartine.

Eger em çavekî li dîroka mirovahiyê bidin, em ê bibînin ku di her serdemeke dîrokî de li hember ferzkirina zilm û koletiyê, xeta edalet û jiyana azad jî derketiye pêş. Wekî mînak li hember zilma Firewn û Nemrûdan ên mîna Hz. Îbrahîm û Hz. Mûsa serê xwe rakirine û li ber xwe dane. Li hember zilma Dehaqan ên mîna Kawayê Hesinkar jî derketine. Li kela Dimdimê li hember êrîşên Ebasiyan yên mîna jina efsaneyî Xatûn Zadîne jî derketin pêş. Her wiha di serdema me ya îro de jî li hember zilma ji milê pergala deshilatdar, kapîtalîst û zayendperest ve tê meşandin li tevahî cîhanê û bi taybet li Kurdistanê, kesayetên têkoşer û azad ên mîna Sakîne û Egîdan jî derketin. Li dijî hişmendiya kujerê kastîk ê çand, beden, ruh û nirxên jinê yên hezar salan dike hedef şoreşgerên mîna Zîlan jî derketin ser dika dîrokê.

Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, jineke Kurd, welatparêz û şoreşger bû. Li hember siyaseta asîmîlekirin, qirkirin, înkara neteweya Kurd û siyaseta ferzkirina koletiya li ser jinê, çalakiya canbexşane lidar xist. Çalakiya şoreşgera Kurd, ji ber li gor wê serdemê ji milê xwe yê taktîk û şêwaz de nû bû, di tevahî cîhanê de deng veda. Li ser tevahî civak û jinê jî bandorek erênî çêkir. Ji ber çalakî di cih û dema xwe ya herî guncaw de hatibû plankirin, ewqasî bi heybet û balkêş bû. Cihê çalakî lê hat lidarxistin ji bo dewletê gelekî girîng bû. Ya herî girîngtir û cîhan matmayî hişt ew bû ku plankar û organîzatora çalakiyê jin bû. Jineke Kurd bû û ev gelek girîng e. Lewra mohreke kûr û bi bandor li dîrokê xist. 

Zîlan jineke wêrek, zane û jîr bû. Jineke welatparêziya wê di asta herî jor de bû. Bi Rêberê Neteweyî Rêber Apo, gelê xwe, jin, dost û hevalên xwe re durist û ji dil bû. Çalakiya wê encama xwe di ber pirsgirêkên dîrokê de mesûldîtin bû. Hezkirina wê ya jiyanê û welat bêsînor bû. Ew evîndara ax û welatê xwe bû. Eger mirov behsa evîndariya rast bike, pêwîst e mirov behsa evîndariya hevrê Zîlan bike. Wê bi çalakiya xwe asta eşqa xwe ya jiyanê da nîşandan û ji bo vê eşqa xwe çalakiya canbexşane hildibijêre. Bi xwe jî di nameya li pey xwe hiştibû de dibêje, “Ez vê çalakiyê lidar dixim. Ji ber ez gelekî ji jiyanê hez dikim” û wiha berdewam dike: “Eger min bizaniya ji canê min bihatir tiştek heye, min ê ew jî di oxira vê rêyê de daba.” Wê di oxira jiyanek sosyalîst de canbexşkirin jî kêm dît. Ev e mezinbûn û lehengiya jina Kurd. Hevrê Zîlan bi wî temenê xwe yê ciwan di ferqa erk û berpirsiyariya xwe de bû. Ew di ferqa jinbûna xwe de ye. Di heman demê de di ferqa giraniya pêvajoyê û kujerê jin û civakê de ye. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe hişmendiya kujerê kastîk ê hezar salan hejand û maskeya li ser rûyê dizê nirxên jinê hilweşand.

Hevrê Zîlan bi vê sekn û helwesta xwe mîrasek mezin ji bo jina Kurd û hemû jinên cîhanê hişt. Wê ji bo hemû jinan jiyanek nû afirand. Rêya jiyana azad nîşanî hemû neteweya jin da. Bi çalakiya xwe serketina jinê ya sedsala 21. ragihand. Di çalakiya lehengane ya hevrê Zîlan de mirov digihije vê encamê. Ji bo armancê dema ku dil û mejî dibe yek, serketin jî misoger dibe. Ev in kesayetên dîrokî. Em vê jî ji bîr nekin ku her tim kesayetên mezin xwedî armanc û çalakiyên mezin in.