Rêber Apo rêbertiya serketî bi yekîtiya gelê Kurd ava kir

Rêber Apo bi fikra neteweya demokratîk, yekîtiya Kurdan û têkoşîna li dijî desthilatdariyê bi rêbazeke nû ya rêbertiyê pêş xistiye. Em tenê dikarin bi hevgirtin û yekîtiya xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û jiyaneke azad ava bikin.

Li Kurdistanê di 200 salên dawî de rêbazên pêşengî û seroktiyê ji bo neteweya Kurd bi ser neket. Helbet sedemên vê yên hundirîn û derve jî hene. Kesên bi navên pêşeng û serok derketin holê jî, ji ber baş nikarîbûn siyaseta herêm û cîhanê bixwînin, bi ser neketin. Lê Rêber Apo ew rêbazên binkeftinê qebûl nekir. Ji bo pêşengiyeke stratejîk û mayînde ket nav hewldanên bêhempa. Rêbertî hem serwext bû hem jî serwext kir. Êdî em xwedî Rêbertiyeke welê ne ku ji nav hundirê dîrokê bang dike, rê dide ber me û tevahî mirovahiyê. Rêber Apo ji rêbazên jiyana binkeftî re serê xwe nedanî. Her tim di rê û rêbazên rast, fikir û ramanên xwe de israr kir. Bi vê fikir û felsefeyê em gihandin asteke ku hemû cîhan hebûna me qebûl bike û me cidî bigire. 

Dibe ku sira serkeftina kesayeta pir xurt û zana ya Rêber Apo ew e ku, jiyana kevin û paşverû qebûl nekir. Ji gava damezirandina Komara Tirkiyeyê ve li gor dîroka fermî 28 serhildanên Kurd çêbûne. Helbet di wan serhildanan de fedakarî û qehremanî pir in. Lê di xisûsên yekîtî, fikir stratejîk û pêşbîniyan de lawazî çêbûn. Bi derketina Rêber Apo re ew xisûs êdî hatin bihurîn. Rêber Apo rêbazên Rêbertiya serkeftî di şexsê xwe de bi ser xist.

Rêber Apo ji destpêka têkoşînê ve her tim li hemberî dewlet û desthilatdariyê bi guman bû. Her wiha li hember komên tesfiyekar ên di nav Tevgerê de jî têkoşîneke muezem meşand. Sala 2003’yan tesfiyekar vê carê eşkere xebitîn. Hemû hewldanên wan tesfiyekaran jî ew bû ku Tevger derbasî Iraq û Başûr bibe. Li wir jî xwe radestî hêzên weke PDK’ê bike û ew jî têkevin xizmeta Emerîka û hwd. Rêber Apo bi dijwarî li hember wan têkoşîn kir û tesfiyekar tesfiye bûn.

Rêber Apo xeteriya dewleta netewe û desthilatdariyê didît. Di warê bîrdozî de jî li hemberî wê têkoşîn dikir. Paşê rewş pir bi berfirehî di parêznameyên xwe de jî şîrove kir da ku hîn baştir were fêmkirin. Rêber Apo şîfreya dewleta netewe keşf kir. Barekî giran da ser milên xwe ji bo dawî li şer, tundî û serweriya wan bîne. Rêber Apo dema dest bi têkoşînê kir, dizanî wê çi were serê wî û wê çiqasî tengasiyê bikişîne. Ji ber hinek beşên ji civaka Kurd jî bi nexweşiya ferdperestî û desthilatdariya neteweyî ketine. Ev kom û beş di roja me de jî êrîşî Tevgera Azadiyê û Rêbertiya me dikin.

Dixwazin bibin sîxurên Emerîka, Îsraîl û dewletokên din ji bo ew jî weke malbat, eşîr, partî û kes derkevin ser dika desthilatdariya pergala mijokdar. Lê hewce ye bizanin ku dikevin belaya xiyaneteke pir kûr û rezîl. Ji ber vê jî ez dibêjim teqez pêwîst e were zanîn ku ji derveyî pergala sosyalîst û demokratîk tu pergal bi kêrî gelê Kurd nayê. Divê em xwe nexapînin û nebêjin heya em nebin dewlet wê pirsgirêkên me çareser nebin. Jixwe dewlet neteweyan mala Kurdan xerab kiriye û çareseriya me jî yekîtiya neteweyî ye. Pêwîst e hemû Kurd bibin yek.

Divê em ji partî û eşîrên ku naxwazin bibin yek re bêjin, “Hûn xayîn in!” Bi salan e Rêber Apo ji partî, rêxistin û kesayetan re dibêje ku werin em bibin yek û em xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê mixabin her carê hinek partî û rêxistin xwe virde û wirde didin û ji yekîtiyê direvin. Vê ji bo ku dostên xwe yên weke dewleta Tirk, Emerîka û Îsraîlê nexeyidînin dikin. Ev wiha nabe. Divê biryara xwe bidin û serî ji neyaran re netewînin. Pêwîst e ji bo netewe û xaka xwe canê xwe jî feda bikin.

Ev 54 sal e Rêber Apo canê xwe ji bo yekîtî û serfiraziya gelê Kurd feda dike û têkoşîneke bêhempa dide. Dibêje, “Ez ji berê hîn zêdetir ji serkeftinê bawer dikim. Gelekî bi kelecan û coşa têkoşînê me û amade me her karî jî bikim da ku aştî û civaka demokratîk pêkan bikim.” Ev 27 sal in jî Rêberê me di zindanê de têkoşîn dike, hewl dide şer, tundî û desthilatdariyê bi dawî bike da ku mirov di nav selametî û azadiyê de bijîn.

Hêzên hegemon û hinek desthilatdarên Kurd dewletê dixwazin. Helbet ne ji bo gel, ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û stratejîk dixwazin. Em ê jî qet destûrê nedin kesek ku me ber bi vê feraseta şaş ve dehf bide û me bide bikaranîn. Em pergala demokratîk dixwazin. Em ji Rêberê xwe wiha fêr bûne. Em dizanin ku dewlet tundrew in dê ji derdê me re nebin derman. Em ê li Rêberê xwe Rêber Apo guhdar bikin. Em ne aşiqên dewletê ne. Jixwe desthilata li Başûr hikûmet nîne û kengî Emerîka, Îsraîl û Tirkiye bixwazin wê wan ji desthilatê bixînin. Lewma ji bo me Kurdan rêya azadiyê yekîtî ye.

Em tenê dikarin bi hevgirtin û yekîtiya xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û jiyaneke azad ava bikin. Jixwe gelek milet weke me bindest hene û kengî ew jî gihiştin qinyata ku em hemû bindest xwe bikin yek, wê demê dê dewlet têk biçin û vîna gelan qezenc bike.