Tevgereke siyasî ya demokratîk a çawa?

Çawa ku li Tirkiyeyê valahiya qada siyaseta demokratîk zêde bûye di heman demê de hewcehiya ji tevgereke siyasî ya vê valahiyê dagire re jî zêde bûye. Girîng e ku li Tirkiyeyê hemû hêzên demokrasiyê di tifaqeke demokrasiyê de bibin yek.

Careke din hate dîtin ku li Tirkiyeyê siyaset ne ew e ku bi karên civakê ve mijûl bibe. Jixwe bêyî demokratîkbûnê siyaseta rast nikare were kirin. Weke din siyaset bes weke parlamento û desteya wezîran tê fêmkirin. Siyaset, dema ku dibe karê civakê ji civakê re tê gotin ku tu yê bes 4 salan carekê biçî ser sindoqê û dengê xwe bidî. Bi vî awayî tê dûrxistin. Çawa ku nêzîkatiya siyasetê bi vî rengî ye nêzîkatiya demokrasiyê jî şaş e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku demokrasî li Tirkiyeyê weke luks, devlokî û demagojiyê hatiye fêmkirin. Bi vî awayî siyaset li Tirkiyeyê di rastiyê de nabe siyaset. Demokrasî jî weke karê xapandina civakê hatiye dîtin!

Li Tirkiyeyê çavkaniya pirsgirêkên giran ev siyaset û nêzîkatiya demokrasiyê ye. Siyaset û nezîkatiya demokrasiyê ya bi vî rengî jî ji ber hebûna pirsgirêka Kurd û çaresernekirina wê ne. Heya ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin jî li Tirkiyeyê nêzîkatiya siyaset û demokrasiya heyî jî naguhere û pirsgirêk jî wê neyên çareserkirin. Tiştên ku tînin serê CHP’ê jî encama siyaset û nêzîkatiya demokrasiyê ne. Ji ber wê yekê ji bo ku em li rastî pirsgirêkên bi vî rengî neyên divê pêngavên demokratîkbûyînê yên çareseriya Kurd esas digirin, werin avêtin.  Ji vî aliyî ve pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd bi rê ve dibe, di heman demê de ji bo bidawîkirina tiştên ku tînin serê CHP’ê ye. Heya ku hewlên Rêberê Gelê Kurd bi vî rengî neyên fêmkirin jî têkoşîna demokrasiya rast û siyaseta demokratîk a azad jî nayê meşandin.

Rêberê Gelê Kurd di salên 2013-2014’an de projeya xwe ya HDK û HDP’ê ya ku siyaset û demokrasiya şaş a li Tirkiyeyê bişkîne, danî li pêşiya hêzên demokrasiyê. Ev avaniyên ku wê ji aliyê sosyalîst, demokratên çepgir û kesên ji nêzîkatiya Îslama demokratîk ve bihata avakirin wê di siyaseta Tirkiyeyê de serdemeke nû bida destpêkirin. Bi rastî jî projeya HDK-HDP’ê kelecanek afirand. Di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de li derdora ji sedî 14’an 80 parlamenter hatin derxistin. Partiyên ku berê ji kevneşopiya HEP-DEP’ê hatibûn herî zêde 35 parlamenter derdixistin, du qatî zêdetir parlamenter hatin derxistin. Ji ber ku hêzên demokrasiyê yên çepgir ên li Tirkiyeyê di nava vê partiyê de cih girtin. Li gel pergala hilbijartinê  zêdebûna dengan ya ji sedî 1-2 dikir ku zêdetir parlamenterên ku ji sedî 5-6’an werin hilbijartin, derkevin. Ger em bes bi mantiqa hilbijartinê li pirsgirêkê binêrin jî tê dîtin ku ji sedî 1-2 deng jî çi qasî girîng in. Bi rastî jî daketina dengan ya ji sedî 2 jî bi qasî 20 parlamenteran daxist.

Em van tiştan ji ber vê yekê diyar dikin: beriya ku em qala rêjeya dengan bikin divê eê girîngiya tifaqên ku werin kirin, binêrin. Li gel vê yekê jî HDP, ji dengên pêkhateyên tifaqê û zêdebûna parlamenteran wêdetir ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelekî girîng bû. Ger wê çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd were dîtin wê demê pêkanîna vê tifaqê û berfirehkirina DEM partiyê ya ji HDP’ê mezintir şert e.

Çawa ku li Tirkiyeyê valahiya qada siyaseta demokratîk zêde bûye di heman demê de hewcehiya ji tevgereke siyasî ya vê valahiyê dagire re jî zêde bûye. Girîng e ku li Tirkiyeyê hemû hêzên demokrasiyê di tifaqeke demokrasiyê de bibin yek. Di bin siya yek partiyekê de nebe jî partiyên ku daxwaza demokrasiyê dikin, dikarin têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Lê belê ji bo vê yekê pêkhatineke ku pêşengtiya demokratîkbûyîna hevgirtî bike hewce ye. Ev yek dikare bi rêya pêkhatineke weke HDP’Ê ya berfirehtir were kirin.

Rêberê Gelê Kurd HDP weke partiyeke Kurdan nedît. Weke partiya Kurdan, Tirkan, Elewiyan, Misilmanan û hemû hêzên demokrasiyê derpêş kir. Lê belê ne partiyeke Kurdan bû. Kirina partiya Kurdan ya partiyeke bi vî rengî  valaderxistina stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk e. Ev yek wê ne fêdeyê wê zirarê bide Kurdan. Ger hûn ji DEM Partiyê re bibêjin kupartiya Kurdan e hûn ê têkoşîna siyaseta demokratîk û stratejiya çareseriya siyasî ya demokratîk pûç bikin. Li gorî stratejiyê polîtîka û taktîk tên diyarkirin. Em ê ji niha û pê ve jî li ser van mijaran hûr bibin.

A niha rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê bi taybetî berpirsiyariyê dide ser milên hemû hêzên demokrasiyê. Ger demokratîkbûyîn herî zêde ji bo Kurdan hewce be wê demê divê hêzên siyasî yên demokratîk ên Kurd tevî hemû şert û mercan jî herî zêde li ser hûr bibin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di rastiyê de weke partiya Kurdan e. Lê belêger DEM Partî yan jî pêkhatineke weke wê xwe weke tifaqeke demokrasiyê û partiya pêkhateyên demokratîk nebîne wê bi xwe stratejiya xwe pûç bike. Wê ji partiyeke ku armanceke wê heye û li gorî stratejiyê tev digere, dûr bikeve; wê veguhere amûreke ku hin kesan dike parlamenter yan jî şaredar. Mezintirîn xirabiya ku li Kurdan bê kirin jî ev e.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam