Di nivîsa berê de, me bi rêya Peymana Cezayirê ya sala 1975'an re bal kişandibû ser vê rastiyê: Dîrok ne tenê bi gavên dewletan, divê bi encamên dirêj ên wan gavan ên li ser gelan were destgirtin. Di sala 1975'an de Kurd encama nexuya ya lihevkirina Îran û Iraqê bûn; di metna peymanê de navê wan jî derbas nedibû, lê bedela herî giran wan da. Civîna NATO'yê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin jî heq dike ku wekî xaleke wisa ya dîrokî were nirxandin.
Bi giştî nirxandinên piştî civînê, bala xwe dan ser girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê ya ku zêde dibe. Heta hat gotin ku Enqere bi ser Deryaya Reş, Rojhilata Navîn, korîdorên enerjiyê, birêvebirina koçberiyê û pîşesaziya parastinê re, bûye yek ji aktorên sereke yên dema nû. Ev nirxandin ne neheq e; lê kêm e.
MÎMARIYEKE NÛ YA EWLEHIYÊ
Têgîna NATO 3.0 ku van deman pir tê nîqaşkirin, nîşaneya vê guhertina mezin e. Piştî NATO 1.0 ku li ser dorpêçkirina Yekitiya Sovyetê ava bibû û NATO 2.0 ku destwerdana herêmên wekî Balkan, Efganîstan, Lîbya û Rojhilata Navîn dikir, îro qonaxeke nû dest pê dike. Di navenda vê qonaxê de êdî ne tenê hêza leşkerî heye; pîşesaziya parastinê, kapasiteya hilberînê, teknolojî, zincîra dabînkirinê û qewîniya aborî jî hene. Parastin êdî ne tenê li eniyê, li fabrika û laboratuvaran jî tê avakirin.
Tirkiye jî hewl dide xwe wekî aktorekî herî girîng ê vê mîmarîya nû bide pêş. Lê girîngiya jeopolîtîk ji bo tu dewletan ne herdemî ye. Ewropa îro bi Tirkiyeyê re dixebite, lê di heman demê de kapasiteya parastinê ya xwe jî ji nû ve ava dike. Ji ber vê yekê, divê em rewşa îro ne wekî tiştekî ku neguhere, wekî pêvajoyeke nûavabûnê ya ku berdewam dike bibînin.
Dema em tevgera dîplomatîk û ewlehiyê ya ku ji Iraqê heta Sûriyeyê, ji NATO'yê heta Yekitiya Ewropayê dirêj dibe bi hev re binirxînin, encameke teqez dernakeve; lê em dibînin ku hewl tê dayîn meseleya Kurd di nav mîmariya ewlehiyê ya nû ya herêmî de ji nû ve were pênasekirin.
Di sala 1975'an de meseleya Kurd encama nexuya ya lihevkirina Îran û Iraqê bû. Îro jî bi heman şêwazî, dibe yek ji navendên nexuya yên pergala ewlehiyê ya nû ya ku tê avakirin.
KURD NIKARIN AQILÊ XWE YÊ STRATEJÎK TESLÎMÎ TU NAVENDÊN NAVNETEWEYÎ BIKIN
Bûyerên ku di meha Çileyê de li Helebê hatin jiyîn, nîşan dan ku pergala navneteweyî êdî ji bo Kurdan ewlehiya berê peyda nake. Civîna NATO'yê ya li Enqereyê jî nîşan dide ka mîmariya ewlehiyê ya nû ya heman pergalê çawa ava dibe. Di ya yekem de me pergala ku hilweşiya dît; îro jî em pergala ku tê avakirin dibînin.
Ev qonaxa pênasekirina nû ne tenê di peywendiyên dîplomatîk de, di cîhkirina aktorên nû de jî xwe dide nîşan. Bo nimûne; Ehmed el-Şera ku berê wekî serokê rêxistineke girêdayî El-Qaîdeyê dihat nasîn û îro wekî serokkomarê dema derbasbûnê ya Sûriyeyê dertê pêş, bi piştgiriya Tirkiyeyê derbasî qada rewabûna navneteweyî bû. Aktorekî ku heta vê dawiyê bi rabirdûya xwe ya cîhadîst dihat naskirin, dibe yek ji rûyên pergala ewlehiyê ya nû; lê Tevgera Kurd a ku bi salan li dijî DAÎŞ'ê şer kir, hewl tê dayîn ku li derveyî vê çarçoveyê were hiştin. Ev rewş careke din nîşan dide ku siyaseta navneteweyî ne li gorî pîvanên exlaqî, lê li gorî hesabên jeopolîtîk ên ku diguherin dimeşe.
Encama hevpar a her du pêvajoyan heman e: Kurd nikarin aqilê xwe yê stratejîk teslîmî tu navendên navneteweyî bikin.
Ev tespît nayê wateya qutbûna ji cîhanê. Tecrûbeya Rojavayê mînaka herî zelal a vê yekê ye. Kurdên ku hêza bejayî ya herî girîng a koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê bûn, bi dayîna bedelên mezin rewabûn bi dest xistin; lê dema hevsengiyên siyasî yên nû yên Sûriyeyê dihatin avakirin, karîbûn ji pêvajoyên biryardanê werin dûrxistin. Ev ne tiştekî ecêb e. Siyaseta navneteweyî pir caran ne bi dilsoziya exlaqî, lê bi hevsengiyên berjewendiyan ên ku diguherin dimeşe.
Ji ber vê yekê, mesele ne alîgirî an jî dijberiya NATO'yê ye. Meseleya bingehîn ew e ku mirov bêyî ku bibe girêdayî tu hêzên navneteweyî û bêyî ku tu aktoran jî ji destpêkê ve bike dijminê xwe, karibe kapasiteyeke peywendiyên stratejîk pêş bixe ku vîna xwe ya siyasî biparêze.
Siyaseta înkar û tasfiyekirina Kurdan ne nû ye. Ji avakirina Komara Tirkiyeyê û vir ve polîtîkayên asîmîlasyonê yên Enqereyê, neteweperestiya Erebî ya rejîma Baasê ya li Iraqê, hişmendiya dewleta ewlehiyê ya li Sûriyeyê û rêveberiyên navendîparêz ên li Îranê, bi rêbaz û îdeolojiyên cuda gihîştin heman armancê: Nenasîna Kurdan wekî kirdeyekî siyasî yê serbixwe.
Nêzîkatî û bingeha van hemû projeyan heman bû: Vîna siyasî ya Kurdan dikaribû were şikandin, bi demê re bihata helandin an jî bi tevlîkirina nasnameyên din bihata tunekirin. Dîroka sedsala borî rastiyeke din derxist holê: Rejîm guherîn, serok guherîn, hevpeymanî hilweşiyan; lê meseleya Kurd ji holê ranebû. Kurd ne tenê li ber xwe dan; hebûna xwe di warê siyasî, civakî û navneteweyî de ji nû ve avakirin.
Di vê mijarê de dibe ku dersa herî girîng a sedsala duyem li vir be: Pirsgirêk êdî ne ew e ka Kurd dê li ser piyan bimînin an na; pirsgirêk ew e ka dê vê berxwedana dîrokî çawa veguherînin sazîbûna mayînde, kapasiteya aborî û aqilê stratejîk ê hevpar.
DIBE KU MUZAKERE DERFETEK BE LÊ BELÊ BI TENA SERÊ XWE NE TEMÎNATEK E
Roja îroyîn li dora pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê birêvebirin dîplomasiyeke zêde heye. Îfadeyên weke ‘’xala dîrokî’’, ‘’wîraja dawiyê’’ û qonaxa krîtîk’’ bûne perçeyên zimanê siyasî yê rojane.
Zehmet e ku mirov roja îroyîn bizanibe bê ka ev pêvajo wê çawa bi dawî bibe. Lê belê divê mirov qalibên dewletê yên xwe dubare dikin jî bibîne: berê Kurdan bidin hesta bendewariyê, vê bendewariyê veguherînin amûra birêvebirina enerjiya civakî û di dawiya pêvajoyê de pêşkêşkirina pêngavên sînordar ya weke veguherîneke dîrokî.
Pêvajoya çareseriyê ya 2013–2015’an mînaka vê yekê ya herî nêz e. Teksta ji 10 madeyan pêk dihat ya di 28’ê Sibata 2015’an de li Birca Dolmabahçeyê li gel weşanên zindî hate xwendin, têkildarî avakirina bendewariya ku pêvajo gihîştiye qonaxeke nû û dîrokî gaveke wisa bû ku nirxê wê yê sembolîk bilind bû. Lê belê piştî bes piştî derbasbûna çend mehan pêvajo têk çû. Li navendên bajarên Kurdistanê şer û pevçûnên mezin çêbûn; bajar hatin wêrankirin, di bîra civakê de trawmayên kûr û şikestinên mayînde pêk hatin. Vê tecrûbeyê nîşan da ku atmosfera siyasî ya ji aliyê bendewariyan ve tê afirandin û encamên ku li qadê derkevin holê hemû caran ne weke hev in.
Roja îroyîn atmosfereke bendewariyê ya weke wê çêdibe; lê belê naveroka çarçoveya yasayî û dema wê hê jî nediyar in. Nîşandana vê manendiyê ne reşbînî ye, egera bîra dîrokî ye. Çimkî dibe ku muzakere derfetek be lê belê bi tena serê xwe ne temînatek e.
Erkê sereke yê li pêşiya Kurdan ew e ku bêyî hemû asoyên xwe yên siyasî bi encama pêvajoyekê ve girê nedin û rêveberiya bendewariyê di destê xwe de bigirin.
KURD ÊDÎ NE KURDÊN BERÊ NE
Belkî jî êdî bes nîqaşên têkildarî yekîtiya neteweyî têrê nakin. Tişta ku hewceyî pê heye pêşxistina mekanîzmayên nû ne ku bikaribin potansiyela siyasî, civakî, akademîk û entelektuel a Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê dijîn û yên li dîasporayê li dora vîzyona pêşerojeke hevpar bikin yek.
Siyaseta Kurdan di tevahiya sedsala yekemîn de bi piranî di nava qadên siyasî yên ji aliyê dewletên lê dijîn ve dihatin pêşkêşkirin de tev geriyan. Enqere, Bexda, Şam û Tehranê di heman demê de asoya siyaseta Kurd jî diyar kirin. Lê belê pirsa sereke ya sedsala duyemîn li cihekî din disekine; Kurd bes ne di nava sînorên dewletên ku lê dijîn de wê çawa di asta gerdûnî de kapasîteyeke siyasî, aborî û entelektuel ava bikin?
Di navenda vê pirsê de aborî jî cih digire. Siyaseta Kurdan her çend bi salên dirêj di qadên ewlehî, nasname û dîplomasiyê de tecrûbeyên girîng bi dest xistibe jî di mijara stratejiya aborî de nekarî heman kapasîteya sazûmanî bi dest bixe. Lê belê hêza aborî, bes ne bingeha afirandina aramiyê ye; bingeha metaneta civakî, nûnertiya siyasî û çalakbûna navneteweyî ye jî.
Sermayeya dîasporayê, hewldanên têkildarî teknolojiyê, fonên bûrsan, navendên lêkolînan, torên medyayê yên serbixwe û mekanîzmayên hiqûqê yên navneteweyî wê binesaziya strayejîk a sedsala duyemîn ava bikin. Ji ber ku bêyî kapasîteya aborî dîplomasî, akademî û nûnertiya siyasî nikarin bi derdewamî werin domandin.
NATO xwe ji nû ve pênase dike. Ewropa mîmariyeke nû ya ewlehî û aboriyê ava dike. Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran di nava krîz û veguherînên xwe de li hevsengiyên nû digerin. Wê di salên li pêşiya me de li çar perçeyan pêvajoyên ji hev cuda çêbibin; wê şer û pevçûnên nû, lihevkirinên nû û şikestinên nû derkevin holê.
Lê belê meseleya bingehîn a li pêşiya Kurdan, ne ew e ku ku wê ji van pêvajoyan kîjan bi serkeftîtir were meşandin. Meselya bingehîn ew e ku tevî van hemû cudahiyan jî wê Kurd bikaribin hêzeke mayînde ya bikaribe tecrûbeyên xwe yên dîrokî yên hevpar, îradeya xwe ya siyasî û hebûna xwe ya civakî biparêze yan na.
Di tevahiya sedsala yekemîn de Kurd gelek caran neçar man ku di nava sînorên dewletên lê dijîn de bifikirin û tev bigerin. Lê belê sedsala duyemîn wê bes nebe sedsala çar perçeyan wê bibe sedsala perçeyê pêncemîn jî. Ji ber ku bi milyonan Kurdên ku belav bûne li çar aliyçn cîhanê êdî bes ne civakeke dîasporayê ye; di qadên weke siyaset, aborî, akademî, hiqûq, teknolojî û medyayê de jî barhilgirên kapasîteyeke gerdûnî ne ku wê çar perçeyan bi hev ve girê bide.
Dibe ku sibehî li Tirkiyeyê pêvajoyeke din dest pê bike, li Iraqê hevsengî biguherin, Sûriye ji nû ve bê şêwandin û Îran bikeve serdemeke nû. Lê belê di nava van veguherînan hemûyan de tekane hêza ku wê bikaribe berdewamiya têkoşîna Kurdistanê biparêze ew e ku perçeyê pêncemîn xwe birêxistin bike, sazîbûna xwe ava bike û çalaktir bibe.
Sedsala yekem, sedsala têkoşîna man û nemana Kurdan bû. Sedsala duyem divê bibe sedsala gelekî wisa ku karibe vê hebûna xwe bi cîhanê re girê bide, aboriya xwe pêş bixe û aqilê xwe yê stratejîk ê hevpar ava bike.
Cîhan ne cîhana berê ye, Kurd jî êdî ne Kurdên berê ne.