Ji YRK'ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

YRK'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser liv û tevgera leşkerî ya hêzên Îranê û diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrişkariyê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser liv û tevgera hêzên Îranê ya li bejahiya Merîwanê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên çekdar ên Îranê di 7'ê Hezîrana 2026'an de bi top û hawanan êriş birin ser hêzên wan.

YRK'ê diyar kir ku hêzên wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrişan û di encamê de ji hêzên Îranê kuştî û birîndar çêbûn.

Hate ragihandin ku ti zerar negihiştiye hêzên YRK'ê.