Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran
Li zozanên navçeya Elkê ya Şirnexê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran. Hate ragihandin ku di encama êrişê de şivanek birîndar bûye.
Li zozanên navçeya Elkê ya Şirnexê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran. Hate ragihandin ku di encama êrişê de şivanek birîndar bûye.
Koçerên ku ji navçeya Hezexê ya Şirnexê dema dixwestin biçin zozanên gundê Çemheskê ku ji gundiyan kirê kirine rastî êrişa leşkerên qereqola gundê Kitêrê yê Elkê û cerdevanan hatin. Serê sibehê dema koçer bi keriyên pezê xwe ve ber bi zozanan ve diçûn, leşker û cerdevanê bi navê Fahrî Ozdemîr pêşiya şivanan girt û êrişî şivanan kir. Di encama êrişê de şivanek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin; şêniyên gundê Çemheskê zozanên gund hemû kirê dane koçeran lê cerdevanê berê Kokel Ozdemîr ev yek qebûl nekiriye û dixwaze zozanan ew bide kirê û ji ber vê yekê leşker û kurê xwe yê cerdevan Fahrî Ozdemîr şandiye pêşiya keriyên pez ên koçeran.
Koçerên ku ji aliyê leşker û cerdevanan tên astengkirin li bendê ne ku gundiyên Çemheskê pirsgirêka wan çareser bikin.