Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Dijî Terora Kurdistanê ragihand, bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin ya madî çêbû.

Dijî Terora Kurdistanê têkildarî êrişa bi dronên bombebarkirî li ser depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştebe yê ser bi parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, li gor agahiyên bi dest Dijî Terora Kurdistan ketine, îro bi rêya du dronên bombebarkirî yên ji cûrê (Hadid 110) êrişî depoyek ya dexlûdan ya li bajarokê Qûştepe hate kirin û ziyaneke mezin ya madî çêbû.

Her wisa têkildarî ziyana êrişê wiha hate gotin; “Di encama êrişê de ziyaneke mezin ya madî çêbûye lê tu ziyanên canî çênebûne. Em bi tundî vê êrişa terorîstî ku warên sivîlan kiriye armanc şermezar dikin.”