Her çend jiyana nûjen, jiyanê hêsantir dike jî, bandorê li ser raman û cîhana giyanî ya kesan jî dike. Bi pêşketina teknolojiyê re, mirov bi hêsanî digihîjin agahiyan û gelek derfetan. Lê belê, asta ku pirsgirêkên civakî yên îro tên jiyîn, pêwîst dike ku rewşa takekesî di nav civakê de were destgirtin. Ji ber vê yekê, ne tenê polîtîkayên sîstem û hêzên serdest, di heman demê de rewşa takekesê ku dibe qurbanê van pirsgirêkan jî were nirxandin.
Em di demeke ku tundiya takekesî her diçe digihîje astên girantir de, derbas dibin. Tundî êdî bi lêdan, kuştin an êşkenceya laşî ve sînordar nîne; ew xwe bi awayên cuda dide der.
Dema ku sedemên tundiyê têne lêkolînkirin, valahiyek di kesayetiya mirov de wekî faktorek girîng derdikeve pêş. Girîng e ku bi taybetî li ser pratîkên ku bi awayekî berbiçav valahiyek di kesayetiyê de nîşan didin lê pir caran rasterast bi tundiyê ve ne girêdayî ne, were destgirtin. Yek ji wan jî çanda mezaxtinê ye. Îro, çanda mezaxtinê êdî ne tenê ji bo komên bijartî ne. Dema ku mirov xwe digihînin tiştek ku dixwazin, dikevin nava lêgerînên nû û her tim tiştên zêdetir dixwazin. Ev lêgerîn carnan dikare ji bo tiştek, ramanek, agahdarî, an jî kesek be jî. Çanda mezaxtinê li şûna hilberînê, balê dikişîne ser xerckirinê. Gelek tişt wekî tiştên ku tenê werin bikar anîn û avêtin têne dîtin. Ev hişmendî bandorê li têkiliyên mirovan û madiyetê jî dike. Psîkolojiya ku ji hêla vê çandê ve hatî avakirin, ji nêzîkatiya pragmatîst a li hemberî mirovan bigire hata rewşa girêdayîna her cure berheman dema ku hewcedarî pê nebe jî dibe nîşaneya valahiya giyanî ya ku tê ceribandin. Xwesteka dagirtina valahiya hundirîn bi berheman hêdî hêdî wê valahiyê kûr dike û di dawiyê de mirov tîne rewşa qedandinê.
Valahiya hundirîn bi rêya taybetmendiyên wekî hesûdî, çavnebarî, zorbazî û îstismara otorîteyê xwe nîşan dide. Carnan mirov hewl didin ku kêmasiyên xwe bi hedefgirtina yên din derbas bikin. Ji ber ku hesta armanc û wateyê qels dibe, pêşbirka ne bi tendurist zêde dibe. Avakirina jiyanê li ser xerckirin û dijberiyê li şûna hilberîn û hevgirtinê valatiya di hundurê mirove de bêtir fireh dike. Ev rewş ne tenê bandorek neyînî li ser takekesî, di heman demê de li ser civakê jî dike. Xwesteka kişandina balê û xuyabûnê li şûna tevkariyê dikare veguhere rêbaza îstîmarkirina civakê. Her çend ev meyl bi bandora çanda populer bêtir xurt dibin jî, mirov di nava qelebalixê de jî her ku diçe bêtir bi tenê dimînin.
Di hawîrdorek wisa de, kesekî ku hewl dide têkiliyan ava bike, nikare berhemdar, bikêrhatî an jî fonksiyonî be. Ev psîkolojî bingeha pratîkên wekî mobbing, zext, tundiya psîkolojîk û destdirêjiyê ye, ku îro li cihên kar pir belav in. Ev rewş dikare wekî kesekî neberhemdar jî were binavkirin ku desthilatdariya xwe ji bo bêbandorkirina aliyê din bikar tîne. Zexta psîkolojîk a demdirêj û sîstematîk a ku ji hêla kesên desthilatdar ve li ser kes an komên qelstir tê kirin, bi awayekî zelal dûrketina wan ji nirxên civakî nîşan dide. Ev rewş, ku li deverên ku hevgirtina civakî qels e pêş dikeve, wateya jiyanê jî qels dike. Ji ber ku ev nêzîkatî ne berhemdar e û ne jî saxlem e; ew şêwazek jiyanê ye ku mirov tune dike.
Sedemeke din a tundiyê ku ji ber modernîteyê derketiye holê û bandorê li gelek kesan dike, hesta qîmet nedayîn û qîmet nedîtine. Ji ber ku têkiliyên heyî li ser desthilatdarî û otorîteyê ne, nirxa mirovek pir caran bi têkiliyên li ser bingeha berjewendiyên madî tê pîvandin. Di encamê de, hesta edaletê qels dibe. Jiyan wekî ku bê rêgez û bê prensîban dixebite, tê dîtin. Ji ber nirx ji liyakatê bêhtir ji hêla têkiliyên ku mirov bi kesên desthilatdar re datîne ve bêtir esas tê girtin. Ev yek ji bo kesên ku li gorî kes û şert û mercan tevdigerin, ne li gorî prensîban, bûyerek hevpar e. Lê belê, hebûnên herî biqûmet yên civakê mirov in. Kes li gorî tevkariyên ku ew li civakê dikin û berpirsiyariyên ku ew digirin, nirxek rastîn qezenc dikin û divê qezenc bikin.
Ji ber vê yekê, peyvên ku çareseriyan çênakin, çiqas xweşik jî werin gotin, dema ku ew li ser bingeha hêz, derfet û statuya civakî disekinin jî, wateya xwe winda dikin. Heta peyvên herî xweşik û watedar jî ji qalikên vala wêdetir nînin. Wateya jiyanê di takekesî û civakê de derdikeve holê. Wate bi rêya şiyana pênasekirina pirsgirêkan û dîtina çareseriyan ji bo wan pêş dikeve."
Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam