Li Hatayê beriya civîna NATO’yê binçavkirin

Li Hatayê beriya Civîna Bilind a NATO’yê, di serdegirtinên malan de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin.

Li Hatayê beriya Civîna Bilind a NATO’yê, polîsan di saetên sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Endamên Kaldiraçê Mustafa Çelîk, Çagla Cemalî, Îlayda Çekîç, Mehmet Alî Ceylan, Başak Munker, Îpek Arslan, Bahar Okur, Sînan Okur û Defne Yolcu hatin binçavkirin. 9 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr a Hatayê.

Kaldiraçê, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û got: “Li dijî NATO’yê derketin, li dijî komkujiya gelan, revandina jinan derketin e. Xwedîderketina li zarokên me ye. Niha dem dema mezinkirina têkoşînê ye.”

Kaldiraçê, xwest ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antakyayê jî peyama “Muxalefeta civakî bi binçavkirinan nayê bêdengkirin” da.