ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.

Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzellini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, hingî divê Rêber Apo bibe parçeyekî ji pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."

Bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re Tevgera Azadiyê piştî biryarên kongreyê gelek gavên şênber avêt. Lê aliyê dewletê helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike.

Germa zêde ya li Ewropayê careke din raxist pêş çavan ku krîza avhewayê gefeke global e ku ne tenê welatên xizan her wiha bandoreke yekser li welatên dewlemend jî dike.