Ji AYM’ê biryara ‘Haci Lokman Bîrlîk’
Dadgeha Destûra Bingehîn, biryar da ku lêpirsîna li ser kişkişandina cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk a li erdê bi awayekî bibandor nehatiye kirin û "qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê" hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn, biryar da ku lêpirsîna li ser kişkişandina cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk a li erdê bi awayekî bibandor nehatiye kirin û "qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê" hatiye binpêkirin.
AYM’ê, di serlêdana derbarê cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk de ku di 3’yê Cotmeha 2015’an de li Şirnexê hatibû qetilkirin û cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û kikişandin, biryar da. Dadgehê diyar kir ku lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û "ji aliyê usula mafê jiyanê" û "qedexeya kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê" hatine binpêkirin. Herwiha dadgehê biryar da ku ji bo ji nû ve lêpirsîn were destpêkirin, dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re were şandin. AYM’ê hinceta biryara xwe jî aşkera kir.
AYM’ê serlêdana malbata Bîrlîk nirxand û îddia kir ku Bîrlîk "di dema êrişeke bi roketavêj de" bi guleyên hêzên ewlehiyê hatiye qetilkirin. Dadgehê bi bîr xist ku cenazeyê Bîrlîk bi wersekê bi wesayîta zirxî ve hatiye girêdan û kişkişandin, di vê navberê de gotinên çer û heqaretê hatine kirin û ev dîmen di çapemenî û medyaya dîjîtal de hatine belavkirin. AYM'ê nirxand ku ev kiryar ji bo xizmên wî bûye sedema êş û azareke ku ji şîna asayî ya mirinê pir zêdetir e û ev yek wekî "kiryara li dijî rûmeta mirovahiyê" pênase kir.
AYM’ê biryar da ku mînakek ji vê biryarê, ji bo ji nû ve lêpirsîn were kirin ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re were şandin.
Herwiha, di biryarê de cezayên îdarî yên ku ji aliyê Lijneya Dîsîplînê ya Navendî ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ve ji bo wan polîsên ku cenazeyê Bîrlîk li du wesayîta zirxî kaş kiribûn jî cih girt.