Li Giessenê roja aşûreyê
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê çalakiya roja aşûreyê hate lidarxistin.
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê çalakiya roja aşûreyê hate lidarxistin.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Giessen ê Elmanyayê bi wesîleya meha Mûharremê çalakiya aşûreyê hate lidarxistin. Li çalakiyê di axaftinan de qala wateya Elewîtiya Kurd û wateya roja aşûreyê hate kirin.
Nivîskar Azîz Tûnç û Pîr Mahîr Baz jî beşdarî çalakiyê bûn.
Tûnç got, "Çalakiya ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Giessenê lidar xist, tevkariyeke mezin li hevgirtin û yekîtiya me kir. Divê civaka Kurd li her derê çalakiyên bi vî rengî lidar bixe ku yekîtiya me ya neteweyî û baweriyê xurt bike."
Pîr Mahîr Baz jî bi kurtasî qala dîroka Kurdan kir û got, "Civaka Kurd di hemû serdemên zehmet ên dîrokê de hebûn û baweriya xwe parast û di vê oxirê de berdêlên giran da. Îro jî em ê hebûna xwe biparêzin û rêya xwe ya heqîqetê dewam bikin."