Civaka Îslamî ya Kurdistanê Kongreya xwe ya 10’emîn li dar xist

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) di 10’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya li bajarê Venlo ya Hollanda de xebatên xwe yên serdema nû nirxand. Di hilbijartina kongreyê de Mele Cemal bû serokê giştî.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK 10’emîn Kongreya xwe ya Asayî ya li bajarê Venlo ya Hollandayê li dar xist. Di hilbijartina kongreyê de, Mele Cemal Bingol bû Serokê Giştî yê CÎK’ê.

Delegeyên CÎK’ê ku du roj li hev kom bûn, derbarê xebat û plansaziyên serdema nû de nîqaşan kirin.

Hevserokê Giştî yê Remzî Kartal yê Kongra Gelê Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus, Serokê Giştî yê CÎK’ê Mele Şevket Çakir û Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever tevlî kongreyê bûn.

Di kongreya ku du roj dewam kir de, zanyarên Kurdistanî û delegeyan, rewş û pirsgirêkên mizgeftên ku di organîzasyona CÎK’ê de li Ewropayê xebatê dimeşînin, nîqaş kirin. Her wiha li ser avaniya nû û ji nû ve rêxistinbûnê jî, nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan, konngre bi xwendina rapora xebatê û maliyeyê û bi nîqaşên li ser wan dewam kir. Li ser plansaziya xebatên nû ya du salî, axaftin hatin kirin û biryar hatin girtin.

Piştre hilbijartina serokê giştî yê CÎK’ê hat kirin û Mele Cemal Bingol bi yek dengî bû serokê giştî yê CÎK’ê.