Xelkê Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan
Bi sedan kesan li Qamişlo bi dirûşma "Rêberê Azad, Gelê Azad" daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Bi sedan kesan li Qamişlo bi dirûşma "Rêberê Azad, Gelê Azad" daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Xelkê Qamişloyê bi dirûşmeya "Rêberê Azad, Gelê Azad", li Stadyuma Heysem Kiço çalakiyeke bi beşdariyeke zêde li dar xistin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, li ser navê Înîsiyatîfa Gel Remziya Mihemed axivî û silavên ji Qamişlo ji Îmraliyê û Rêber Apo re şand.
Remziya got, "Cîhan di şeran re derbas dibe, di heman demê de rêber qonaxek aştî û civakeke demokratîk li hember rejîmeke otorîter ragihand."
Remziye destnîşan kir ku tevî zêdetirî salek bi ser banga Rêber Apo a ji bo aştî û civakeke demokratîk re derbas bûye jî, Tirkiyeyê bersiv nedaye.
Her wiha got, "Bi vê gavê, Rêbertî şer û kuştin bi dawî anî, tevî tecrîd û girtinê. Bi felsefe û projeya xwe ya civaka demokratîk, rewşa li Tirkiyeyê veguherand.”
Piştî axaftinê, çalakî bi pêşandanên hunerê yên koma "Yasna ya Heyva Zêrîn" berdewam kir.
Helbestvan Ferhat Merdê, hunermend Nisrîn Botan, hunermend Baran û hunermend Daniş Botan jî beşdarî çalakiyê bûn û helbest û stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.