1’emîn Kongreya Yekîtiya Komunên Demokratîk a Londonê ku bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan li Londonê pêk hat. Avaniya ku berê wekî Meclîsa Gel a Kurd a Londonê xebatê dikir, li ser bingeha paradîgmaya komunal ji bo ku ji nû ve were lidarxistin kongreyê li dar xist. Bi sedan delegeyên ku ji komunan hatin, tevlî kongreyê bûn.
Kongre li Navenda Civaka Kurd a Londonê hate lidarxistin û posterên Rêber Apo û Alî Haydar Kaytan li salonê hate daleqandin.
Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Nûnerên saziyên Elewî, komaleyên herêmî û GÎK-DER, Navenda Çandê ya Tohum û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî kongreyê bûn.
Piştî diyarkirina dîwanê, axaftina vekirinê ji aliyê Hakan Pirsûs ve hate kirin û diyar kir ku kongreyê diyarî Alî Haydar Kaytan ku di 3’ê Tîrmeha 2018’an de şehîd bû, hate kirin. Beşdaran bi dirûşmeya “Şehîd namirin” pêşwaziya axaftinê kirin.
VEYSÎ AKTAŞ: EV KONGRE DESTPÊKEKÎ NÛ YE
Endamê Sekreteryeya Îmraliyê Veysî Aktaş bi rêya înternetê tevlî kongreyê bû.
Aktaş bi dirûşmeya, “Bijî Serok Apo” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li ser bingeha komunan jiyaneke nû tê avakirin û wiha got, “Ev kongre ne tenê civînek, destpêkek nû ye.”
Aktaş derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir û diyar kir ku pêvajo ne tenê siyasî, di heman demê de têgihiştinekî nû ya jiyanê pêşkêş dike û wiha got, “Manîfestoya me banga herî şoreşgerî ya li azadiyê tê kirin e. Ev manîfesto, manîfestoya ku gel bi îradeya xwe, bi komunên xwe û bi hêza xwe jiyana xwe ava bike ye. Em îro vê rêyê bi hev re dimeşin, ango bi yekîtiya komunên xwe. Êdî ji hev du veneqetin. Hûn îradeya hevpar a gelan in. Hûn pêşengên aştî û civaka demokratîk in. Em hene, li ser piyan in û em ê bi ser bikevin.”
Aktaş anî ziman ku komun hêza herî girîng a îradeya gel a birêxistinkirî ye û wiha got, “Her gava ku di vê kongreyê de tê avêtin, xizmetê ji vê armancê re dike. Em ê ji aliyekî muzakereyê, ji aliyekî ve jî têkoşînê mezin bikin. Bijî aştî û civaka demokratîk.”
RAPORA XEBAT Û RÊXNEDAYÎNÊ HAT PÊŞKÊŞKIRIN
Pişitî axaftinan, Hevsesrokên Meclîsa Gel a Londonê Îshak Milanî û Gulten Pazarcik, rapora xwe ya salekî ya xebatê û rexnedayînê pêşkêş kirin.
Di raporê de îşaret bi kêmaniyên di mijarên civakîbûn, ruhê têkoşînê ya kolektîf û rêxistinbûna li dijî modernîteya kapîtalîst hate kirin û hate destnîşankirin ku divê paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo hê bi hêztir were jiyanîkirin.
JIN Û CIWAN PEYAMA RÊXISTINBÛNÊ DAN
Di kongreyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan Filîz Koçgirî û li ser navê Komuna Ciwanên Şoreşger a Şehîd Agit Derinyer Halît Riha axivîn.
Di axaftinan de wiha hate gotin, “Li her welat, bajer û qada jiyanê, rêxistinkirina nirxên civaka demokratîk, xurtkirina piştevaniya di navbera gelên me de, rêxistinkirina ciwanan wekî hêza damezrîner a pêşerojê û mezinkirina pêşengtiya jinan di her qadê de, berpirsyariya me ya bingehîn e.”
Federasyona Elewiyan a Britanyayê, Navenda Çanda Elewî ya Ingilîstanê, GÎK-DER, Navenda Çandê ya Tohum, Navenda Çanda Elewî ya Enfield û gelek sazî peyamên piştevaniyê ji kongreyê re şandin.
15 KOMUN HATIN RAGIHANDIN
Di nîqaşên kongreyê de hate diyarkirin ku komunan modela rêxistinbûnê ya li ser bingeha hêza xweser a gel e û hate gotin ku mîsogeriya siyaseta demokratîk û aştiya mayînde ava dike.
Piştî nîqaşan hate ragihandin ku di serî de rêxistinbûn, çapemenî û enfromasyon, di xebatên civakî, pênaber, dîplomasî, werzîş, çand-huner, ekolojî, xebatên yekîtiya Kurdistanê, Navenda Civaka Kurd, jin û ciwan de, 15 komun hatiye avakirin û Yekîtiya Komunên Demokratîk a Londonê hate ragihandin.
Di kongreyê de li şûna pergala hevserokatî, derbasî pergala hevberdevkiyê bûn. Di encama hilbijartinan de Gulten Pazarcik û Akiş Genç, wekî hevberdevkên Yekîtiya Komunan hate diyarkirin.
Ragihandina Yekîtiya Komunan bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî”, çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.