4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne
Li gorî çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, dibe ku cezayê darvekirinê li 4 girtiyên siyasî yên Kurd û welatiyeke ji derveyî girtîgehê ye, bê sepandin.
Li gorî çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, dibe ku cezayê darvekirinê li 4 girtiyên siyasî yên Kurd û welatiyeke ji derveyî girtîgehê ye, bê sepandin.
Cezayê darvekirinê ya rejîmî Îranê li ser çalakvan û welatparêzan bê navber dewam dike.
Li gorî agahiyên navxwe ya Rojhilatê Kurdistanê xeteriya darvekirinê li ser çar girtiyên Kurd ên xelkê Bokanê yên bi navê Rizgar Babamîr, Pêjman Sultanî, Soran Qasimî û Kawe Salehî ku bi qasî 37 mehin girtîne, hene.
Hate ragihandin ku welatiyê Bokanê yê bi navê Teyfîq Babamîr ku ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye, dibe cezayê darvekirinê ji bo wî jî bê derxistin.
Her çar girtiyên siyasî yên Kurd niha li Girtîgeha Urmiye li benda dadgehkirinê ne.
Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiye bi sûcê ‘Biyanîbûnê’ cezayê darvekirinê li ser Soran Qasimî, Kawa Salehî, Pêjman Sultanî, Rizgar Babamîr û Teyfîq Selîmî biriye. Li gel bi hinceta ‘Endamtiya komên dijberî Îranê’ ji bo her yekê jî 15 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Di
Hêjayî bibîr xistinê ye ev kes berî niha çend mehan piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bi tundî hatibûn êşkencekirin. Di bin êşkenceyê de îfadeyê wan hatibûn girtin, ji mafê hevdîtina malbat, parêzer, xizmetguzarî û doxtor hatibûn bêparkirin. Di Mijdara 2025’an de cezayê darvekirinê ya van 5 kesan ji aliyê Liqa 39 a Dîwana Bilind a Îranê ve hatibû hilweşandin.