Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborî ku di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de li Çand Amedê hatibû destpêkirin û du rojan berdewam kir, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
Di komxebata ku du rojan dewam kir û gelek saziyên sivîl, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tevlibû de gelek nirxandin hatin kirin û ji bo başkirina aboriyê gelek biryarên girîng hatin girtin.
Encamnameya bi Kurmancî ji aliye Endamê Komiteya Amadekar Muhîttîn Pîrînççîoglu ve hat xwendin.
‘BI ELEQEYEKÎ MEZIN HAT NÎQAŞKIRIN Û PÊŞNIYAZÊN ŞÊNBER HATIN KIRIN’
Mûhîttîn Pîrînççîoglu diyar kir ku komxebata aboriya demokratîk û xwerêxistinkirina aboriyê di rojên 4 û 5ê tîrmehê de li Amedê, bi sînerjiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk, bi eleqe û beşdariyeke mezin hatiye lidarxistin û wiha got: “Jinan, karkerên çandiniyê yên demsalî, cotkaran, esnafan, ciwanan, karkeran, akademîsyenan, nivîskaran, ekolojîstan, rêvebirên xwecihî, yên ku bi bazirganî û senayiyê re mijûldar di komxebata me de cihên xwe girtin û ji bo li Kurdistanê avakirina aboriya demokratîk û komînal çi ji bo sektoran, çi ji bo asta tevayî nêrîn, rexne û pêşniyazên xwe pêşkêş kirin. Di komxebata me ya ku du rojan berdewam kir de, di roja yekemîn de bi awayekî teorîk aboriya demokratîk û komînal, li ser bingehê modernîteya demokratîk, bi roniya ezmûnên dinyayê, bi berfirehî hat nîqaşkirin. Di roja duyemîn de, li atolyeyan, di serî de mijarên wek çandinî, esnaf, bazirganî, fînans, rêvebiriyên xwecihî û hwd. tê de, gelek mijarên din jî di nav de ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyeke mezin hat nîqaşkirin û pêşniyazên şênber hatin kirin.”
‘DIVÊ JIN DI HER WARÊ JIYANÊ Û ABORIYÊ DE BIBE MAFÊ AXAFTINÊ’
Mûhîttîn Pîrînççîoglu anî ziman ku komxebatê desnîşan kiriye ku aboriya demokratîk û komînal ne tenê wek têgeheke îktîsadî û pereyî ye, di heman demê de ji bo ku di her warê jiyanê de, bibin xwedî mafê gotinê, modeleke demokratîk e û ev nirxandin kir: “Bi hev re tevgerîn û zanîna wê wek peywirê daniye pêş me. Wekî din, ji bo ku aboriya demokratîk encax mirov moderniteya demokratîk bipejirîne, di xwe de pêk bîne û ji keda hundirê malê dest pê bike, divê jin di her warê jiyanê û aboriyê de pêwîst e bibe mafê axaftinê. Di vê mijarê de nêrîneke hevbeş derketiye holê. Di serî de destnîşan kiriye ku di warê ekolojîk ku moderniteya kapîtalîst, her roj êrîşên xwe zêde dike û di encamê de rûxîneke ekolojîk derxistiye holê de kedxwariya li ser keda kedkaran zêde kiriye, li şûna ku pêwîstî û faydayê, bi armanca kara zêde tevdigere, pêşî li binpêkirina her awayî rêgezên exlaqî vekiriye. Wekî din komxebatê destnîşan kiriye ku berê bi hinceta şer û niha jî di bin nav û hincetê cûda de talana xwezayî bi destê dewletê tê meşandin. Ji bo çaresekirina van pirsgirêkan tevan komxebatê destnîşan kiriye ku encax ramana modernîteya demokratîk mirov derbasî jiyanê bike gengaz e.”
‘PRATÎKÊN ÇARESERIYÊ BÊN PÊŞXISTIN’
Her wiha Mûhîttîn Pîrînççîoglu destnîşan kir ku bêgûman li Kurdistanê bêkariya dewasa, xizaniya kûr, kedxwarî û talana xwezayê tenê bi komxebatekê nikare were çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistanê ew qasî çavkaniyên zengîn hene, tevî vê jî ew qasî xizanî û tunebûyîn, tenê bi polîtikayên aboriyê nikara were îzahkirin. Di bingehê wê de mijokdarî û kedxwarî heye. Di encama komxebatê de derket holê ku divê li dijî van pirsgirêkan têkoşîn were mezinkirin û xurtkirin. Di serî de rêvebiriyên xwecihî, bi hêza xwe, bi plan û çareseriyên şênber divê em tevbigerin. Ji bo ku koperatîfên rastîn werin sazkirin û sazîbûna xwe bidomînin, divê rêxistinî û kordineyeke mayînde hebe.Wekî di pratîka Rojava de dide xuyakirin, bêkarî, xizanî û kedxwarî ne qeder e. Ji bo vê komxebata me diyar kir ku divê planeke xebatê ya lezgîn were amadekirin. Ji bo vê jî, dê raporta berfireh di demeke nêzîk de ji raya giştî re were eşkerekirin û pêşniyarên ku hatine dê werin tasnîfkirin. Ji bo plan û pêşniyarên şênber em ê têbikoşin û ragihînin saziyên eleqedar. Di vê sîstema heyî de em di ferqa zor û zehmetiyan de ne. Encax li welatê nan muhtaciya nan em tu carî qebûl nakin. Ji bo bêkarî, xizanî, talan û kedxwariyê ji holê rakin, em ê têbikoşin. Em ê aboriya xwe, bi awayekî tevayî jiyana xwe li ser bingehê komînal û demokratîk, bi exlaqê tevkariyê ava bikin.”