Ji bo yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) li bajarê Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan eleqeyeke zêde nîşanî bîranînê dan.
Di axaftin, helbest û sînevîzyona çarçoveya çalakiyê de kesayeta wî ya têkoşînê, cîhana wî ya fikrî, aliyê wî yê fîlozof û helbestvan bi gotinên wî hate vegotin. Bi taybet girîngiya ku ew daye azadiya gelê Kurd, fikrên wî yên ji bo azadiya jinan û têkoşîna wî, bi rêzdarî hat bibîranîn.
Di çalakiya bîranînê de li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê Songul Omrucan axivî û wiha got, “Em minetdarê hevalê Fûat in. Ew fîlozof, helbestvan û şoreşgerekî mezin bû ku bîr û hêza fikrî ya vê tevgerê ava kir. Ji ber vê yekê dagirtina valatiya wî zehmet e. Rêya derbaskirina vê hesret û valatiyê ya di hundirê me de, rast xwendin, fêmkirin û kûrbûna di xalên ku ew îşaret kiriye ye. Ew bawerî bi hêza wateyê dianî û her tim wateyê digeriya. Şoreşgerekî mezin bû ku li dijî valatî, krîza nasnameyî û bêwatebûna vê serdemê, da pey şopa heqîqetê û hewl da vê pêk bîne. Wekî fîlozofên din ên li pey heqîqetê, dizanîbû ku berdelekî vê helwestê heye û vê berdêlê bi awayekî ser bilind da. Têkiliyekî cuda û xurt ê hevalê Fûat her tim bi hevrêyên jin re hebû. Wekî ku Rêbertî jî diyar kir, yên ku têkiliyekî rast bi jinan re nedeynin, di wateya rast de nabin demokratîk, sosyalîst an jî mirov. Her çiqas em li derdora xwe gelek kesên ku di vê yekê de serneketine dibînin jî, Hevalê Fûat hevalekî ku bi jinan re hevrêtiyeke mezin dikir. Em ê her tim minetdarê wî bin.”
Songul Omurcan bi berdewamî wiha got, “Ji bo heval Fûat girîng bû ku Kurd tevî ew qas şehadet, qirkirin, ked û berxwedanê, hebûna xwe bi dest bixin, bi rûmet û azad bin. Hemû hewldana wî ji bo vê bû. Li aliyê din nefretê ji helwestên qels û me paşde dibir, dikir. Hevalekî ku wêrekiya Kurd bi zanîn û îradeyê re dikir yek. Ji ber vê yekê li dijî van paşmayînan, pir bi hêrs dibû, ji ber ku ew dixwest her tiştê bi wate bike.”
Piştî axaftina Songul Omurcan, nameya bîrayê wî Hayatî Kaytan ê li girtîgeha Boluyê hate xwendin.
Di nameyê de wiha hate gotin, “Em dizanin ku ev tarîtî ne bêdawî ye. Wê rojek zincîr bên şikandin, derî werin vekirin û em ê vegerin ser xaka ku hestreta me ye. Me li vî welatî tu car mafê tu kesê desteser nekir. Me tenê xwest jiyaneke wekhev, azad û adil bi nasnameya xwe jiyan bikin. Lê bi tunehesibandina ziman, dîrok, bîr û hebûna me xwestin me mehkûmê bêdengiyê bikin. Lê di serdema xwest a 1973’an de, bi gavên ewil ên li Çubukê hatin avêtin re, me vê têkoşînê veguherand çinarekî bi kok. Gotina ku wê rojê hat kirin, ne bi zimanê mexduriyetê, bi wêrekiya mexrûr a hebûnê hatibû kirin. Ew gotin bi demê re veguherî çîroka hebûnê ya gelekî mezin û veguherînekî mezin. Dema ku şehadeta hevalê Fûat di kongreya fesixê ya sala borî de hate ragihandin, êşa ku bi salan di dilê min de kom bibû, dîsa zindî bû. Di rastiyê de, dilê min berê, di sala 2020’an de bi xwîn bibû. Lê min nexwest vê êşê wekî şînekî aîdê xwe bi tenê jiyan bikim. Ji ber ku Hevalê Fûat ne kesekî ku di bîranîna kesekî, malbatekî yan jî derdorekî de bimîne. Ew di ruhê hemû hezkiriyên xwe de veguheriye abîdeya rûmetê û navnîşanekî heqîqetê.”
Li ser navê KOMAW’ê jî Cahîde Goyî axivî û wiha got, “Şehadeta hevalê Fûat berdêlekî mezin e. Ger me îro ji bo pêkanîna armanc û xeyalên wî hevalî têbikoşin, em ê wan bidin jiyîn. Em ê bi xwedîderketina li ked û doza Kurdistanê ku heta îro anîne, tola wan hilînin.”
Piştî axaftinan, ji aliyê Hunermendê TEV ÇAND’ê Hekîm Sefkan ve helbesta Alî Haydar Kaytan a bi navê Dîrok hate xwendin. Piştre Reşat Sorgul helbesta xwe ya ji bo Alî Haydar Kaytan nivîsandibû, xwend. Helbestên ku hatin xwendin, eleqeyekî mezin dîdtin. Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê li ser jiyana têkoşînê yê Alî Haydar Kaytan ê 45 salî û dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Piştî bîranînê, ji bo Alî Haydar Kaytan loqme hatin belavkirin.