QSD'ê nasnameya 4 cangoriyan eşkere kir

QSD'ê şehadeta şervanên xwe Egîd Efrîn, Zinar Efrîn, Berçem Berx Botan û Egîd Bab ragihandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî şehadeta 4 şervanan ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "4 navên nû dema erka xwe ya parastina gelê xwe pêk dianîn, tev li lîsteya nemiran bûn. Berdêlên ku wan dane emanetek di stûyê me hemûyan de ye.Di heman demê de berpirsyariyeke ku domandina xebata parastina civaka me û mîsogerkirina rûmeta gelê me li ser me ferz dike. Bîranînên wan dê di wijdanê gelê me de zindî bimînin. Dê şahida rêya azadî û aramiyê bimînîn ku bi xwîna mêr û keçên heya dawiyê bi doza xwe ve girêdayî bûn, hate avdan."

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Egîd Efrîn
Nav û paşnav: Mihemed El Ebdo
Navê dayikê: Riweyda
Navê bav: Ebdo
Cihê jidayikbûnê: Daret Îze-Qubtan El Cebel
Cih û dîroka şehadetê: Reqa- Sebahulxêr, 18‘ê Çileya 2026‘an

Nasnav: Zinar Efrîn
Nav û paşnav:  Mihemed Bekir
Navê dayikê: Fîdan
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18‘Çileya 2026‘an

Nasnav: Berçem Berx Botan
Nav û paşnav: Diyar Şêx Mihemed
Navê dayikê: Besê
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayikbûnê: Berx Botan
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Çelebiyê-26‘ê Çileya 2026‘an

Nasnav: Egîd Bab
Nav û paşnav: Ebdulqadir Mecnûn
Navê dayikê: Nazik
Navê bav: Şaban
Cihê jidayikbûnê: Bab
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18‘Çileya 2026‘an.