Li Hesekê 24 hezar û 144 donim ji zeviyê çandiniyê şewitî

Li gorî rapora Midûriyeta Çandiniyê, ji destpêka dema çinînê û vir ve li Hesekê 24 hezar û 144 donim zeviyê çandiniyê şewitî.

Midûriyeta Çandiniyê ya Parêzgeha Hesekê rapora şewatên li zeviyên çandiniyê bûne weşand.

Li gorî raporê ji destpêka mewsimê çinînê heya 5'ê Tîrmeha 2026'an 24 hezar û 144 donim erdên çandiniyê şewitîne û zerar li alavên çandiniyê û darên berhemdar bûne.

Di raporê de der barê şewatan de ev agahî hatin parvkirin,  18 hezar û 909 donim zeviyên genim, 2 hezar û 758 donim ceh, hezar û 713 donim reşreşik, 380 donim nîsik, 308 donim gijnîj, 20 donim culeban (Bazêla berî), 22 donim ful, 8 donim sebze û 6 donim zeviyê pembo şewitîne.

Di raporê de hatiye destnîşan kir ku ji zeviyên genim 7 hezar û 330 erdên avî û 11 hezar û 579 donim ê bejî şewitîn.

Ceh: 71 donim ê avî û 2 hezar û 687 ê bejî şewitîn.

Reşreşik: 20 donimê avî û hezar û 693 donim ê bejî şewitîn.

Nîsk: 50 donimê avê û 330 ê bejî şewitîn.

Gijnîj: 20 donim ê avî û 288 ê bejî şewitîn.

Culeban: 25 donim ê avî şewitî.

Fûl: 22 donim ê avî şewitîn.

Yansûn: 15 donim ê bejî

Sebze: 8 donim

Pembo: 15 donim.

Di raporê de hate diyarkirin ku tevî erdên çandiniyê,  xertûmên avê, torên avdanê,  avrêjên çandiniyê, rûberên darên zeytûn û tirî, çewalên kayê şewitîn û  li bajarokê Girbawî jî patozek bi tîpa "975" şewitî.