Çîçek: Bi rika li hemberî zaliman em ê xweş bikenin!
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku girtina komedyen Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter a rejîma li Tirkiyeyê ye û got, "Li dijî zalimên em ê bi bikenin."
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku girtina komedyen Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter a rejîma li Tirkiyeyê ye û got, "Li dijî zalimên em ê bi bikenin."
Komedyen Denîz Goktaş, piştî pêşandana xwe ya stand-up'ê ya bi navê "Ölü Deniz - Denîz ê Mirî" ku li ser Youtube'yê ji aliyê bi milyonan mirovî ve hate ecibandin, ji ber henekên xwe yên polîtîk bi îdîaya "Biçûkxistina nirxên olî" û "Heqareta li Serokkomar" hate girtin. Girtina Denîz Goktaş li nava civakê bû sedema nerazîbûnê. Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Cengîz Çîçek, ku ji bo piştgiriya bi Goktaş re li Edliyeya Çaglayanê nobed girt, ev girtina bêhiqûqî û neheq ji ANF'ê re nirxand.
Cengîz Çîçek ragihand ku binçavkirin û girtina stand-upvan Denîz Goktaş nîşaneya karakterê otorîter ê rejîma li Tirkiyeyê ye û diyar kir ku ev zilm nîşaneya herî şênber a polîtîkaya çikandina bêhnê ya li fikrê cuda ye.
Çîçek bi bîr xist ku Tayyîp Erdogan beriya bi salan li xwe mikur hatibû û gotibû, "Em bûn desthilatdariya siyasî, lê belê nekarîn bibin desthilatdariya çandî" û destnîşan kir ku meseleya Denîz Goktaş divê weke pêvajooyeke oprasyonê ya rejîma AKP'ê ya ber bi desthilatdariya çandî ve bê nirxandin.
Parlamenter Cengîz Çîçek ragihand ku henekên polîtîk ên Denîz Goktaş ji bo derdorên çep û muxalîf, her wiha li cîhanê bû hêvî û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Sedema bingehîn a kombûna civakî û siyasî ya li dora Denîz ev e. Vê yekê jî nîşan da bê henekên siyasî çiqasî girîng e. Dema ku Denîz stand-up'ê dike bi sedan, bi hezaran kesên li pêşberî wî di heman kêliyê de dikenin. Ya rast, careke din eşkere bû ku desthilatdarî çiqasî ji kenê hevpar ê mirovan ditirse. Ev jî tirsa herî mezin a desthilatdariyê ye. Me ev yek di Berxwedana Gezî de dît. Pirrengî, cihêrengî û henekên li Geziyê jî desthilatdarî gelekî tirsandibû. Denîz Goktaş jî bi xwepêşandana xwe careke din bû dengê wê derdorê ku serî natewîne, serî li ber rejîmê natewîne, dipirse, dikene û her ku dikene jî bi jiyanê ve tê girêdan."
Çîçek bi bîr xist ku Denîz Goktaş di 2'ê Tîrmehê de vegeriya Tirkiyeyê ku ev bi xwe jî peyameke girîng bû û got, "Denîz 2'ê Tîrmehê, di salvegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de vegeriya Tirkiyeyê. Ez nizanim bê bi zanebûn di vê demê de hat Tirkiyeyê, lê belê ew wêne bi xwe bû wêneyê Tirkiyeyê. Bû wêneyekî welê ku piştî 33 salan jî tehemûl ji nivîskar, hunermend û rewşenbîran re nayê kirin. Bû nîşaneya wî mejî ku piştî bi salan a qetilkirina rewşenbîran careke din derkete holê. Rewşenbîrên ku doh bi şewitandinê hatin kuştin, îro jî di bin navê 'nirxên mîlî û olî', 'ewlekariya cemaweriyê' têne girtin. Ev yek nîşan dide ku li vî welatî ewlehiya rewşenbîran, çepgiran, Elewiyan, demokratan û şoreşgeran nîne. Denîz bi vî rengî, bi zanebûn an jî bi nezanî işaret bi tiştekî kir. Denîz ê ku di salvegera qetilkirina 33 rewşenbîran de vegeriya welêt, li rûyê vê sîstemê got ku ew zarokê vê xakê ye, nirxê vê xakê ye. Ji ber ku eger bixwasta venedigeriya, lê vegeriya. Yên ku nikarin xwe li vê rabigirin, destê wî bi kelepçeyê ji pişt ve girê dan û dîmenê vê yekê weşandin. Ev yek di heman demê de peyamek ji bo wan mirovan bû ku weke Denîz difikirin, dijîn û serî natewînin. Hinekan 'bersûcên fîrarî' yên Komkujiya Sêwasê li ber 'dembihurînê' xistin û bi necezakirinê xelat dan wan. Tê zanîn bê ew bersûcên fîrarî li ku ne, ji aliyê kê ve têne veşartin û parastin. Dema ku ji wî alî ve li meseleyê bê temaşekirin, tê dîtin ku yên 33 can qetil kirin serbest û azad in, lê belê yên ku henekan dikin, hunerê diafirînin, bi kenê dide kenandin, civakê dikenînin û bi jiyanê ve girê didin bi dest kelepçekirî têne girtin. Ev yek kurteberiya vê rejîmê ye. Yên ku di Komkujiya Sêwasê de jiyana me tarî kirin, nirxên me, canên me şewitandin azad in, lê belê yên weke Denîz ên me dikenînin, dikene û dide kenandin, mehkûm in. Ev yek di heman demê de destwerdana li lêgerîna me ya azadiyê, li kêfxweşiya me ya jiyanê ye. Tam ji ber vê yekê divê em bi rikberî bikenin û kenê xwe zêde bikin."
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek anî ziman ku Tirkiyeyê pergala mêtingerî û zextê heta niha ji aliyê du blokên desthilaldariyê ve hate meşandin û got, "Di hedefa van herdu blokên Tirkperest û Îslamîperest de timî em hebûn, Denîz hebûn. Denîz ê ku îro hate girtin 32 salî yıe. Doh Denîz di salên 20'î de birin sêdarê. Kevneşopî jî berxwedan jî bi rengê cuda dewam dikin. Denîz îro bi hunera xwe, bi gotina xwe, bi henekên xwe li ber xwe dide. Li hemberî heman zextê kevneşopiya berxwedanê dewam dike. Lewma xwedîderketina li Denîzan, tê wateya zêdekirina henekên Denîzan, tê wateya bi rikberî zêdekirina ken û henekan. Bi rika li hemberî zaliman û zilmê, bi rika li hemberî yên ku dixwazin me ji jiyanê sar bikin û ji jiyanê qut bikin em ê bikeknin, bikenin, bikenin. Ken çalakiyeke şoreşgerî ye. Hêvî wezîfeya demokrat û şoreşgeran e."