Li Toulouseyê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo
Li bajarê Toulouse yê Fransayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hate lidarxistin û Kurdistanî li gel dostên xwe yên Fransî tevlî bûn.
Li bajarê Toulouse yê Fransayê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî hate lidarxistin û Kurdistanî li gel dostên xwe yên Fransî tevlî bûn.
Li bajarê Toulouse yê Fransayê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Kurdistaniyan li gel dostên xwe yên Fransî çalakiyek lidar xistin.
Gelek kes li qada Jean Jauresê li hev civiyan. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.
Di çalakiyê de nûnerên Secours Rouge û NPA'yê axivîn û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd.
Piştre belavoka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê hate xwendin. Di belavokê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya bi rêbazên aştiyane, adil û demokratîk a pirsgirêka Kurd bang hate kirin.
Kurdistaniyan di çalakiyê de bi pankart û dowîzan daxwazên xwe anîn ziman. Bi dirûşmên bi Kurdî û Fransî jî banga berpirsyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.