Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Lakan hate kirin

Hat ragihandin ku Şerîfe Mihemedî ya ku şertên giran lê tên ferzkirin, car din sewqî Girtîgeha Lakan a li bajarê Reş hate kirin.

Kampanyaya Parastina Şerîf Mihemedî ragihand ku betlaneya çalakvan Şerîfe Muhammedî nehatiye dirêjkirin û piştî nêzîkî sê mehên betlaneyê, îro ji bo Girtîgeha Lakan a li bajarê Reşt hatiye veguhastin.

Li gorî raporê, vegera Şerîfe Mihemedî bo zindanê di demekê de pêk hat ku diya wê hefteya borî ji ber streseke giran û pirsgirêkên dil li nexweşxaneyê bû.

Ev betlane ji bo Şerîfa Mihemedî yekem derfet bû ku piştî zêdetirî du salan di girtîgehê de bi hevjîn û zarokê xwe re be; lê belê piştî bidawîbûna destûra wê, ew dîsa ji malbata xwe hate veqetandin û vegeriya girtîgehê.

Kampanyaya Parastina Şerîfa Mihemedî daxwaza serbestberdana wê ya bê şert û merc kir. Kampanyayê tekez kir ku çalakiyên sendîkayan û daxwazên karkeran divê bi zexta dadwerî û girtinê neyên bersivandin.

Kampanyayê her wiha daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a hemû girtiyên siyasî kir.