Li Draguignanê bîranîna şehîdan
Li bajarê Draguignan ê Fransayê pêşengên berxwedanê yên di demên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn.
Li bajarê Draguignan ê Fransayê pêşengên berxwedanê yên di demên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Draguignan ê Fransayê, pêşengên berxwedanê yên di demên cuda de şehîd bûn hatin bîranîn.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku 30'ê Hezîrana 1996'an şehîd bû, berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan ê 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, Şêx Seîd û hevalên wî yên 29'ê Hezîrana 1925'an hatin darvekirin û canên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Madimakê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Di axaftinên i bîranînê de işaret bi girîngiya parastina hişê civakî hate kirin û hate ragihandin ku bîranîna şehîdan ji bo dubarenebûna êşên bi heman rengî girîng e.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.