Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin anî ziman ku Tirkiye ji pêvajoyeke girîng derbas dibe û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya bêçekbûnê pêwîstî bi garantiya hiqûqî heye. Aydin got, gelekî girîng e ku qanûna tê xwestin bê derxistin di asta bicihanînê de be û ev tespît kir, "Em bi taybetî destnîşan dikin ku divê li ser kaxizê nemîne, ji bo karibe bi cih bê anîn divê bi Birêz Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin."
Aydin anî ziman ku di dîroka komarê de daxwazên Kurdan û beşên cuda yên civakî her tim di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de hatin nirxandin û got, "Di dîroka sed salî ya komarê de Kurd timî li derveyî hiqûqê hatin hiştin. Mafên azadî û wekheviyê ya Kurdan û welatiyên din ên maqbûl nehatin dîtin, mixabin timî bi qanûnên têkoşîna li dijî terorê û polîtîkayên cuda yên ewlekariyê rast hatin. Em îro li ser wê yekê diaxivin ku Kurd, komên din ên etnîkî û civakên cuda yên baweriyê bi rengekî demokratîk bi Komarê re bibin yek. Daxwaz jî ev e. Daxwaza Kurdan ew e ku weke welatiyekî wekhev ê Komarê bi ziman û çanda xwe weke parçeyekî vê Komarê bijîn û ev daxwaza wan bê qebûlkirin."
Aydin diyar kir ku bêçekbûn bi tena serê xwe wê neyê wateya çreseriyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Di asta heyî de bêguman bêdengbûna çekan girîng e. Lê belê mesele ne tenê tasfiyekirina çekan e. Mesele ne tenê tasfiyekirina rêxistinê ye. Ya ji vê girîngtir ew e ku wê bersiv ji mafên çandî, daxwazên nansameyê û daxwazên tevlîbûna li rêveberiyê re bê dayin an na. Mijara esasî ya ji niha û pê ve bê nîqaşkirin ev e."
'QANÛN DIVÊ BI MUZAKEREYÊN BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ AMADEKIRIN'
Cîhan Aydin destnîşan kir ku gava destpêkê qanûneke çarçoveyê ya berfireh e û got, "Ya ku niha di rojevê de; weke ku bloka desthilatdariyê û siyasetmedarên Kurd dibêjin, tê payin ku ev qanûn di nava meha Tîrmehê de bikeve rojeva Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê. Xusûsa herî girîng a vê yekê ew e ku qanûn di asta bicihanînê de be. Lewma em bi taybetî destnîşan dikin ku divê qanûn li ser kaxizê nemîne û ji bo karibe bi cih bê anîn pêwîste bi Birêz Abdullah Ocalan re bê muzakerekirin.
Derxistina qanûneke ku asta xwe ya bicihanînê tine be û bicihneanîna vê yekê dibe ku rîska hilweşîna mîmariya pêvajoya çareseriyê bi xwe re bîne. Lewma em vê mijarê gelekî girîng dibînin. Li gorî me, divê qanûn bi taybetî di encama muzakereyên bi Birêz Abdullah Ocalan re bê amadekirin û xusûsên ku li ser li hev bê kirin di nav de hebe."
'GIRÎNG E ÇARÇOVEYEKE ŞÊNBER A HIQÛQÎ BÊ DESTNÎŞANKIRIN'
Aydin çarçoveya qanûnê jî nirxand û ragihand ku divê qanûn bi ti awayî cihêkariyê neke, komên çekdar hemûyan di nava xwe de vehewîne û guhertineke welê bê kirin ku eşkere be û ji şîroveyê girtî be. Aydin diyar kir ku tecrûbeyên berê girîngiya garantiya hiqûqî radixe pêş çavan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Di mijara pratîka îdarî û dadgeriyê ya Tirkiyeyê de, li gorî tecrûbeyên xwe yên rabirdûyê em dibêjin; em bi tabloyeke cihê baweriyê re rû bi rû nîne. Mînak, di pêvajoyên berê de milîtanên vegeriyan piştî demekê li destwerdana dadgeriyê re rast hatin. Doz li hemberî wan hate vekirin û cezayên cuda li wan hate birîn. Lewma vê carê divê teqez çarçoveyeke hiqûqî ya şênber bê destnîşankirin. Yên ku vegerin divê baş zanibin ku li vî welatî kîjan pêvajoya hiqûqî li benda wan e. Divê helwestek li derveyî çarçoveya hiqûqî ya hatiye diyarkirin neyê nîşandan."
'QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DIVÊ ŞÊNBER Û TEVGIR BE'
Aydin ragihand ku belavbûna bêçekbûn û vegerê li pêvajoyê dikare rîskên nû bi xwe re bîne û got, "Ji ber vê jî qanûna çarçoveyê divê eşkere, şênber û tevgir be. Naxwe rîsk heye ku di nava dijberiya heyî ya li Tirkiyeyê de derdorên ku li dijî pêvajoyê siyasetê dikin, xurt bibin. Ji ber vê jî em dubare dikin: Qanûna bê derxistin divê her kesî teqez di nava xwe de vehewîne. Bêçekbûn û pêvajoya vegerê divê bi sererastkirineke qanûnî bi lez û şênber bi encam bibe. Naxwe rîskên cidî li benda me ne."
'KOMARA DEMOKRATÎK BI DESTÛREKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK DIBE'
Cîhan Aydin destnîşan kir ku çareseriya mayinde ne tenê bêçekbûn e û diyar kir ku pêvajoya demokratîkbûnê divê reformên destûra bingehîn û qanûnî jî li xwe bigire. Aydin got, "Em zanin ku komara demokratîk, civaka demokratîk û çareseriya mayinde bi destûreke bingehîn a demokratîk û sererastkirinên qanûnî yên xurt dibe. Eger mirov pêvajoyê bi kurteberî bînin ziman; ev pêvajoyeke demdirêj e. Niha bi giranî li ser bêçekbûn û meseleya vegerê axaftin tê kirin. Lê belê di qonaxên ji niha û pê ve de ji bo rakirina sedemên bingehîn ên meseleyê, pêwîstî bi veguherîneke demokratîk a berfireh heye."
'DIVÊ PÊVAJO BI LEZ BÊ MEŞANDIN'
Aydin ragihand ku ev veguherîn divê ji guherîna destûra bingehîn heta bi veguherîna zîhniyeta civakî ji bo qadek berfireh be û anî ziman ku mesele divê ne tenê weke bêçekbûn an jî tasfiyekirina rêxistinê were dîtin.
Aydin got, "Em hîn di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de ne" û bi vî rengî dewam kir, "Tecrûbeyên navneteweyî nîşan didin ku heta bawerî neyê afirandin, sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst neyên pêkanîn û garantiyên berfireh ên têkildarî sedemên bingehîn ên pirsgirêkê neyên afirandin, gihîştina vê astê zehmet e. Lewma asta heyî gelekî girîng e. Divê haya dewletê ji vê hebe û lezê bide pêvajoyê, reformên demokratîk ên tevgir bixe meriyetê."