Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn
Endamên Şaxa Hejmar 2 ya TUM BEL-SAN’a Îzmîrê ji bo Îkram Mihyaz ê di sala 1994’an de hate qetilkirin, hatin ba hev.
Endamên Şaxa Hejmar 2 ya TUM BEL-SAN’a Îzmîrê ji bo Îkram Mihyaz ê di sala 1994’an de hate qetilkirin, hatin ba hev.
Îkram Mihyaz ê endamê damezrîner ê Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredariyan û Xizmetên Rêveberiyên Xwecihî (TUM BEL-SAN) di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser tirba xwe ya li Goristana Işikkentê hate bibîranîn.
Rêveberiya Şaxa Hejmar 2 ya TUM BEL-SAN’a Îzmîrê, Rêveberiya Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), xizm û malbata wî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
Serokê Şaxa Hejmar 2 ya TUM BEL-SAN’a Îzmîrê Nîhat Fîlîz bi bîr xist ku Îkram Mihyaz di 5’ê Tîrmeha 1994’an de dema ku diçû ser karê xwe ji aliyê ‘’hêzên tarî’’ ve hatiye revandin û qetilkirin.
Nîhat Fîlîz da zanîn ku tevî bi serde 32 sal derbas bûne jî êşa wan hê jî weke roja ewil e û diyar kir ku ew ê Îkram Mihyaz ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
Nîhat Fîlîz di dewama axaftina xwe de bal kişand ser lêpirsîn, sirgun, binçavkirin, ceza û zextên li ser endamên TUM BEL-SAN’ê û ev yek anîn ziman: ‘’Yek ji bedêla herî giran windakirina 3 hevalên me yên têkoşînê ye ku kujerên wan nediyar in. Li Îzmîrê Îkram Mihyaz, li Stenbolê Elmas Yalçin û li Amedê jî Cemal Çam. Weke kesayetên sembolên têkoşîna demokrasî, ked û azadiyê ji me hatin qutkirin. Tevî ku bi ser de gelek wext derbas bûye jî failên wan hê jî nehatine eşkerekirin.’’
Nîhat Fîlîz di dawiya axaftina xwe de got ku Îkram Mihyaz parêzvanê wekhevî, azadî, aştî û xwişk-biratiya gelan bû û destnîşan kir ku ew ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin.