Li Den Haagê ji bo Xalê Feyzî merasîm hat lidarxistin
Ji bo bavê du şehîdan Feyzî Akbulut (Xalê Feyzî) ê ku li Hollandayê jiyana xwe ji dest da li bajarê Den Haagê merasîm hat lidarxistin.
Ji bo bavê du şehîdan Feyzî Akbulut (Xalê Feyzî) ê ku li Hollandayê jiyana xwe ji dest da li bajarê Den Haagê merasîm hat lidarxistin.
Bavê du şehîdan Feyzî Akbulut (Xalê Feyzî) ku li Holandayê jiyana xwe ji dest da bi merasîmek girseyî li Den Haagê hat bibîranîn. Bi sedan kesên ku ji gelek bajarên Ewropayê hatibûn beşdarî merasîma cenazeyê Xalê Feyzî bûn.
Di saatên nîvro de ji bo Xalê Feyzî Piştî li avahiya komeleya li Den Haagê bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Xalê Feyzî di jiyana xwe de timî girêdayî nirxên civakî û têkoşîna azadiyê bû û hat destnîşankirin ku tevî ku du zarokên xwe di têkoşînê de winda kirine jî, ti carî bawerî û berxwedana xwe winda nekir.
Di merasîmê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û malbatê sersaxî qebûl kir. Nûnerên saziyan û gelek welatiyên ku ji welatên Ewroapyê hatibûn xemgîniya malbata Akbulut parve kirin û peyamên hevgirtinê dan.
Piştî axaftinan, ji bo cenazeyê Xalê Feyzi bişînin bajarê wî yê ku lê jidayikbûye birin Balafirgeha Schiphol a Amsterdamê. Hate diyarkirin ku ji bo Xalê Feyzî wê li gundikê Dokuzveren ê gundê Goma Xiştan ê navçeya Depê yê Xarpêtê merasîm were lidarxistin û piştre were veşartin.
Malbata Akbulut piştî veşartina cenaze wê li Cemxaneya Depê sersaxiyan qebûl bike.
Merasîma li Den Haagê piştî xwendina duayên ji bo Xalê Feyzî, bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.